Îmaratê 91 balafir alîkarî ji bo ziyandîtiyên erdhejê şandin

Îmarata Erebî 91 balafir alîkarî ji bo ziyandîtiyên erdheja Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê û Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê şandine.

Hewlêr (K24) – Îmarata Erebî 91 balafir alîkarî ji bo ziyandîtiyên erdheja Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê û Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê şandine.

Wezareta Berevaniyê ya Îmaratê di daxuyaniyekê de ragihand, heta niha 91 balafir alîkarî ji bo Tirkiye û Sûriyê şandine û bi giştî 2 hezar û 549 ton kelûpelên alîkariyên mirovî şandine herdu welatan hatine kirin ku ji ber erdheja wêranker ziyan dîtine.

Serokê Îmaratê Mihemed Bin Zayid Al Nehyan di 6ê Sibatê de piştî ku erdhej qewimî, pêwendî bi Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan kir û xemgînî û piştevaniya xwe nîşan da.

Li ser fermana Mihemed Bin Zayid Al Nehyan di çarçoveya helmeta hevbeş de ku ji aliyê Hêzên Çekdar ên Îmaratê, Wezareta Navxwe, Wezareta Derve û Alîkariya Navdewletî û Saziya Xelîfe Bin Zayid Al Nehyan û Heyva Sor a Îmaratê, di heman rojê de dest pê kir, tonek alîkariyên mirovî bo Tirkiyê hat şandin.

Serokê Îmaratê di daxuyaniyekê de roja 7ê Sibatê ragihandibû, ji ber erdhejê bi qasî 50 milyon Dolar (nêzîkî 942 milyon Lîre) wek alîkarî şandine Tirkiyê.

Herwiha Îmaratê ji bo xizmeta wan kesan ku ji ber erdhejê ziyan dîtine, nexweşxaneyeke mezin a gerok a 54 qaryole, li navçeya Îslahiye ya ser bi parêzgeha Dîlokê dirust kir, ku tê de çar beşên çavdêriya hûr hene.