PDK-S encama hilmeta komkirina alîkariyan bo ziyandîtiyên Efrînê radigihîne

Navenda Nûçeyan (K24) – Ofîsa Serkirdayetiya Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriyê (PDK-S) li Herêma Kurdistanê di konferanseke rojnamevanî de, amarên helmeta komkirina alîkariyan bo ziyandîtiyên erdheja li Rojavayê Kurdistanê ragihand.

Endamê Komîteya Navendî ya PDK-Sê Nûrî Birîmo di konferansê de amaje bi derbasbûna karwanên alîkariyê yên Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî û Herêma Kurdistanê bo Efrîn û Cindirêsê kir û spasiya Serok Barzanî, Hikûmet û gelê Herêma Kurdistanê kir ku xwedî li gelê Efrînê û ziyandîtiyên erdhejê derketin û wek yekem alî bi hawara Efrîniyan hatin.

Nûrî Birîmo di hilmeta PDK-Sê ya komkirina alîkariyan bo ziyandîtiyên erdheja Efrînê de, gelek alîkariyên wek cilûberg, betanî û xwarinê û her wiha zêdetir ji 100 hezar Dolar wek pereyên next kom bûne.

Da zanîn jî, hilmeta komkirina alîkariyên kelûpelan hatiye rawestandin, lê hilmeta komkirina alîkariyên madî berdewam e.

Roja 6ê Sibatê erdhejeke wêranker li herêma Efrînê û bi taybet navçeya Cindrêsê rû da, li gorî amarên Odeya Operasyonên Karesatê ya Encûmena Xwecihî ya Cindirêsê, 1012 kesan di erdhejê de canê xwe ji dest dane, 278 avahî bi temamî hilweşiyane û 1100 xanî ziyan dîtine.

Piştî erdhejê jî, Serkirdayetiya Partiya Demokrat a Kurdistan- Sûriyê (PDK-S) li Herêma Kurdistanê roja 8ê Sibata 2023an kempîneke komkirina alîkariyan ji bo ziyandîtiyên erdheja Efrîn û Cindirêsê ragihandibû.