Hemo: Gelekî giring e ENKS ofîsên xwe li Efrînê veke û bi rola xwe ya netewî û niştimanî rabe

kurdistan24.net

Navenda Nûçeyan (K24) – Endamê Polîtburoya PDK-Sê Ebdulbasit Hemo ragihand, di vê rewşa karesata erdhejê de, gelekî giring e ENKS ofîsên xwe li Efrînê veke û xizmeta gelê xwe bike û bi rola xwe ya netewî û niştimanî rabe.

Endamê Polîtburoya PDK-Sê Ebdulbasit Hemo li ser rewşa Efrîn û Cindirêsê ji piştî erdhejê ji K24ê re got: “Rewşa Efrîn û Cindirêsê ku çend sal in xirap e, lê ji piştî erdhejê xirapti bûye. Miletê me îro bê cih û mal e û beşek ji wan niha li ser erdê radizin û pêwîstiya wan bi guhdan û piştevaniyê heye.”

Her wiha Hemo spasiya ji Herêma Kurdistanê, Serok Barzanî û Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî kir ku bi hawara gelê Efrînê ve hat û wek yek alî bû ku xwe gihande Efrînê û li kêlek gelê xwe bûn û got: “Ev yek jî cihê şanaziya tevahiya gelê Kurd e.”

Got jî: Karesata rû daye, ji karînên dewletan mezintir e, lê PDK-S û ENKSê bi qasî jê tê dike, çi li ser asta pêwendiyên bi aliyê navdewletî re û çi li ser asta kampînên komkirina alîkariyan li Herêma Kurdistanê û Ewropa û gihandina wan bo gelê me yê ziyandîtî li Efrîn û Cindirêsê.

Derbarê biryara ENKSê ya vekirina ofîsên xwe li Efrînê de, Hemo tekez kir: Di vê rewşa wêranker a ku gelê me li Efrîn û Cindirêsê tê re derbas dibe, gelekî giring e ku em wek ENKS û PDK-S ofîsên xwe li Efrînê û gundewarê wê vekin, ta ku em xizmeta gelê xwe bikin û nêzîkî êş û derdê gelê xwe bin û bi rola xwe ya netewî û niştimanî rabe. Niha piştî erdhejê jî derfetek hatiye ku rê li ber danûstandinên siyasî vekiriye û dê gelek guhartin di tabloya siyasî de çêbike.

Derbarê dubare avadankirina Efrînê û rola Hevpeymaniya Opozîsyona Sûriyê (Îtîlafê) de, Ebdulbasit Hemo got: Niha amar û ziyanên canî û madî yên erdhejê ji aliyê Sindoqa Piştevaniya Hevrêziyê ya Îtîlafê re tên komkirin û dê pêşkêşî hêzên navdewletî û Netewên yekgirtî bikin, di meha Adara bê de jî civîna dewletên ku piştevaniya gelê Sûriyê dikin dê were kirin, em wek ENKSê di nava Îtîlatê de jî dê rola me hebe ku em êş û azara gelê xwe tê nîşan bidin û gelek alîkarî jê re bên kirin.