“Li Îranê ji destpêka salê ve 87 kes hatine bidarvekirin”

Navenda Nûçeyan (K24) – Îranê ji destpêka îsal ve dest bi hilmeteke bidarvekirinê kiriye û heta niha 87 kes bi dar ve kirine ku ji wan 27 Kurd in.

Rayedarên Îranê duhî 22ê Sibata 2023an çalakvanê siyasî yê Kurd Eriş Ehmedî bi tometa kuştina efserekî di sala 2018’an de li bajarê Rewansar ê parêzgeha Kirmaşanê kuştibû, bi dar ve kir.

Ajansa “IRNA” belav kir, Eriş Ehmedî ku bi navê “Serkewt” naskirî ye, endamê Partiya Komaleya Zehmetkêşan e.

Komale, partiyeke çep a Kurd e û hewl dide rêveberiya xweser li navçeyên Rojhilatê Kurdistanê, ji 1979an vir ve jî hatiye qedexekirin.

Li gorî rapora Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê, çar ji wan kesên ku hatine bidarvekirin, di xwepêşandanên mehên borî de hatine girtin û 37 kes jî bi tometa bikaranîna madeyên hişber hatine bidavekirin.

Rêxistina Mafên Mirovan dibêje: “Her darvekirinek li Komara Îslamî ya Îranê, pirseke siyasî ye, ji ber ku armanca wê ya sereke ew e ku tirsê di civakê de çêbike”.

Çalakvanên mafên mirovan û opozisyona Îranî dibêjin, desthilat cezayê bidarvekirinê wekî amûrekê ji bo tirsandin û tepeserkirina xwepêşandanan bikar tîne ku piştî kuştina Jîna Emînî, xwepêşandanên berfireh li welêt hatin kirin.

Li gorî rapora herî dawî ya Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê, di xwepêşandanên vê dawiyê de herî kêm 529 kes ku ji wan 68 zarok û ciwanên di bin 18 saliyê re ne, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatine kuştin.

Li gorî agahiyên Rêxistina Hengaw a Mafên Mirovan, ji destpêka îsal ve li Îran û Rojhilatê Kurdistanê 87 kes hatine bidarvekirin ku 27 ji wan Kurd in.