Li Yûnanistanê piştî qezaya trênê Wezîrê Veguhestinê îstîfa kir

Li welatê Yûnanistanê piştî ku trênekê qeza kir û di encamê de 40 kesan canê xwe ji dest dan, Wezîrê Veguhestinê Kostas Karamanlis îstîfa kir û 3 roj şîna giştî hat ragihandin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Li welatê Yûnanistanê piştî ku trênekê qeza kir û di encamê de 40 kesan canê xwe ji dest dan, Wezîrê Veguhestinê Kostas Karamanlis îstîfa kir û 3 roj şîna giştî hat ragihandin.

Rayedarên Yûnanî ragihandiye ku herî kêm 130 kes di qezaya trênê de birîndar bûn û 66 kes bo nexweşxaneyan hatine veguhestin û tîmên rizgarkirinê, ji bo lêgerîna rêwiyên di bin trênê de, li cihê bûyerê ne.

Televîzyona dewletê ya Yûnanistanê ERT ragihand, di qezayê de 7 kes şewitîne. Trêna rêwiyan ji Atînayê derketiye ber bi Selanîkê diçû û 346 rêwî tê de hebûn û herdu trên li navçeya Tempi ya bajarê Larissa li hev qelibîn.

Hat ragihandin ku Wezîrê Veguhestinê yê Yûnanistanê Kostas Karamanlis piştî bûyera ku herî kêm 40 kesan canê xwe ji dest dan, îstîfa kiriye.