Kiliçdaroglu: Yekbûn ji bilî mirinê li hember her tiştî bi ser dikeve
Navenda Nûçeyan (K24) – Piştî civîna Tifaqa Millet, serokên giştî yên partiyên Maseya Şeşalî li ser medyaya civakî peyamên xwe yên ewil dan. Kiliçdaroglu got: “Yekbûn û bihevrebûn; ji bilî mirin li hember her tiştî bi ser dikeve.”
Tifaqa Millet ku ji CHP, Partiya ÎYÎ, Partiya Seadetê, Partiya DEVA, Partiya Pêşerojê û Partiya Demokrat pêk tê, duh 2ê Adara 2023an cara 12emîn civiyan.
Serokê Giştî yê Partiya Komarî ya Gel (CHP) Kemal Kiliçdaroglu li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand: “Yekbûn û bihevrebûn; ji bilî mirin li hember her tiştî bi ser dikeve.”
Tê çaverêkirin ku Kemal Kiliçdaroglu îro ligel berpirsên Partiya Çep û Partiya Karkerên Tirkiyê bicive.
"Birlik ve beraberlik; ölümden başka her şeyi yener." Toplantımıza ev sahipliği yapan Sayın @T_Karamollaoglu başta olmak üzere tüm genel başkanlara teşekkür ederim. pic.twitter.com/IN43eOAm6H
— Kemal Kılıçdaroğlu (@kilicdarogluk) March 2, 2023