Li stadyuma Bursayê êrîş li lîstikvanên Amedsporê hate kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Beriya pêşbirka Bursaspor - Amedsporê ya ku li Bursayê tê lîstin, lîstikvanên Amedsporê dema li qadê amadekariyên xwe dikin, rastî êrîşa nijadperestan hatin.

Lîstikvanên Amedsporê ku duhî êvarê li Bursayê ji aliyê girseya li ber otela lê diman, rastî êrîşa bi guleyên hewayî hatibûn, îro jî dema li qadê amadekariyên berî lîstikê dikirin, rastî êrîşê hatin.

Herwiha li cihê alîgirên Bursasporê, posterên karmendê JÎTEMê Mahmut Yildirim yê bi nasnavê "Kesk (Yeşîl)" û otomobîla "Torosa Spî" hatin vekirin, ku ew sembolên kuştî û revandiyên salên 90î yên li bajarên Kurdan bûn.

Wêne

Amedsportê di vê derbarê de li twîtterê ragihand ku tîma wan dema ku hatin stadyumê rastî êrîşa komekê hat.

Da zanîn jî, duh bi şev jî li Bursayê komek nijadperest li ber otela lîstikvanan a Amedsportê li hev civiyan û li dijî lîstikvanan dirûşmeyên şovenîst avêtin.

Her wiha Amedsport got, lîstikvanên wan ji herêma erdhejê hatine û rastî êrîşên nîjadperest hatine û divê Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê tedbîrên pêwîst bigire.