Amedspor li Diyarbekirê bi girseyî hat pêşwazîkirin

Piştî êriş û helwestên nijadpersetî yên li Bursayê li hember tîma Amedsporê hatibûn kirin, Amedspor li Diyarbekirê ji aliyê alîgir û xelkê bajêr ve hat pêşwazîkirin.
kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) - Piştî êriş û helwestên nijadpersetî yên li Bursayê li hember tîma Amedsporê hatibûn kirin, Amedspor li Diyarbekirê ji aliyê alîgir û xelkê bajêr ve hat pêşwazîkirin û saziyên sivîl, partiyên siyasî, jûrên pişeyî û pêkhateyên Diyarbekirê piştgiriya xwe ji bo Amedsporê ragihandin û ew êriş û helwestên nijadperestî hatin şermezarkirin.

Amedspor ku di 4ê Adarê de, ji bo hevrikiya heftane ku bi Bursasporê bû, çûbû bajarê Bursayê û li wê derê 2 roj bi êriş û hewlestên nijadperestî ve rûqal mabû, vegeriya mala xwe. Amedspor ji aliyê alîgiran ve bi şiyar û şahiyan hat pêşwazîkirin.

Platforma Parastina Çand û Dîroka Diyarbekirê ku ji 84 saziyan pêk tê jî, bi rêvebirên Amedsporê re, civineke çapameniyê lidar xistin û piştgiriya xwe ji bo Amedsporê ragihand. Hat daxuyandin ku li Bursayê nijadpersetî û xirabkarî bi awayekî rêxistinbûyî, li hember Amedsporê û civaka Kurd, êriş kirine.

Serokê Baroya Diyarbekirê Nahît Eren diyar kir: “Me ji bo wan kirinên kesên ku şeva beriya hevrikiya Amedsporê, li ber Otela  Amedsporê hatibûn kirin, daxwaznameya lepirsînê dabû dozgeriyê. Lê ji bo wan êrişên ku di hevrikiyê de hatin kirin û vekirina sûret û panqartên wan kes û sembolên ku di nav Kurdan de, wek nîşaneyên serdema tarî û kiryarên tarî ne de jî, me îro daxwaznameya tawanbariyê daye. Em dixwazin hem ew kesên wan tawanên nijadperestî kirine û hem jî berpirsên ku rê dane wan kirinan bên girtin û cezakirin. Em ê hem li dadgehen Tirkiyê û hem jî li ser navê Amedsporê li UEFAyê; şopînerê van doza bin.”

Welatî û alîgirên Amedsporê jî bal kişandin ku Amedspor remzeke civaka Kurd û Diyarbekirê ye û ew wan kirinên nijadperestî qebûl nakin.

Alîgira Amedsporê Ayfer ji K24ê re diyar kir: “Ez ji bo piştgiriya Amedsporê hatime, li Bursayê neheqî li wan hatiye kirin. Ez Bursasporê şermezar dikim û bijî Amedspor.”

Herwiha alîgirekî din yê bi navê Yaşar Ay jî got: “Spor yekîtî ye, biratî û hevaltî ye. Em naxwazin, azadî, biratî û yekrêziya me, bi êriş û kirinên faşîzanî têk biçin.”

Hêjayî gotinê ye ku piştî ku hemû bûyer rûdan, Wezîrê navxweyî yê Tirkiyê Suleyman Soylû ragihandibû ku di derheqê berpirsên bûyeran de lêpirsîn dest pê kirine û dê berpirsên wan bûyerên provakatîf bêne cezakirin.