Pispor: Tirkiye dixwaze ji nû ve pêwendiyên xwe bi Misrê re asayî bike

kurdistan24.net

Stenbol (K24) – Tirkiye bi Misrê re piştî 11 salan hate bal hev û hewl dide pêwendiyên xwe baş bike. Li gorî pisoran, kilîta siyasî û aborî ya Rojhilata Navîn, Efrîka û Pasîfika Hintê di destê Misrê de ye, loma Tirkiye neçar maye ku bi Misrê re ji nû ve pêwendiyên xwe dirûst bike.

Piştî 11 salan Tirkiye bi Misrê re pêwendiyên xwe baş dike. Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çawişoglu serdana Misrê kir û bi hevpîşeyê xwe Wezîrê Karê Derve yê Misrê Samih Şukrî re hevdîtin pêk anî. Li gorî pisporan Tirkiye ev demek dirêje li derveyî peymanên li Rojhilata Navîn, Derya Navarast, Efrîka û heta bi Hindîstanê mabû van yekan lê ferz kiriye ku hin gavan biavêje. Ew dibêjin; dirûskirina pêywendiya bi Îsraîl, Erebîstana Siûdî û Dewletên Îmaratê jî yek ji gava vê stratejiyê ye ku niha hewl dide bi Misrê re pêywendiya xwe baş bike.

Pisporê Pêywendiyên Navdewletî ÎBrahîm Varli ji K24ê re got: “Misir ne welatekî asan e. Misir di jeopolîkaya Rojhilata Navîn, Efrîka û Asyayê de welatekî giring e. Yanî dema bi Misrê re aştiyek pêk neyê û Tirkiye pêwendiyên xwe pê re dirust neke, nikare berê xwe bide Efrîka Bakur û bi nava Efrîkayê de biçe herwiha Rojhilata Navîn û Hînta Pasîfîk jî di navê de. Di jeopolîtîkaya nû de ev mijar pêwîs in, ne simbola Rabîa û ne jî dirûşmeyên li ser Îhvanê.”

Li gorî nirxandinên şarezayên babetê eger Tirkiye bi Misrê re û welatên din ên Ereb re pêwendiyên xwe baş neke wê dîsa bi tena serê xwe bimîne di qada navdewltî de.

Pisporê Pêywendiyên Navdewletî Mustafa Pekoz dibêje: “Eger Tirkiye bixwaze li Rojhilata Navîn û deverên din hebûna xwe biparêze di warê siyasî û aborî de pêwîst bi Misrê re pêwendiyên xwe baş bike. Eger Erebîstana Siûdî bavikê pereyan be, li Rojhilata Navîn Misir jî bavikê siyasetê ye. Hem ji aliyê jeostratejîk û hem jî jeoplîtik ve xwedî hevkêşeyek gelekî giring e.”

Herwiha pispor digel başbûna pêwendiyan, behsa bandorên erênî yên li ser aboriya Tirkiyê jî dikin û dibêjin; Dema Tirkiye bi van welatan re aştiyekê pêk bîne, hingî wê ew petodolar yanî pereyên germ yên neftê jî biherikin Tirkiyê. Di paşperdeya başkirina pêwendiyên Misirê de zêdetir ev stratejî jî heye.