Li Ekvadorê erdhejek bi hêza 6.8: 12 kesan canê xwe ji dest dan

Navenda Nûçeyan (K24) – Di encama erdheja ku roja Şemiyê li Ekvadorê rû daye û li Perû jî hest pê hatiye kirin, herî kêm 12 kesan canê xwe ji dest dan.

Serokatiya Ekvadorê li ser Twitterê got: “Heya niha 12 mirî hene, 11 li parêzgeha El Oro ne û yek jî li parêzgeha Azuay ye.

Li gorî Enstîtuya Erdhejnasiyê ya Amerîkî, erdhej bi hêza 6.8 pileyan bû û bû sedema ziyanên madî jî.

Erdheja ku navenda wê li herêma Palauyê ye, 44 kîlometre di bin erdê de pêk hat. Li gelek bajaran xanî hilweşiyan.

Li Perûya ku bandora erdhejê kêm bû, heta niha ti ziyanên canî û zirarên cidî çênebûne.

Ekvador li ser xeta Bazeneya Agir a Pasîfîkê ye û gelek erdhej û çalakiyên volkanîkî lê rû didin.

Di 16ê Nîsana 2016an de jî erdhejek li Ekvadorê rû da û bû sedema mirina zêdetirî 650 kesan.