Li Batmanê bi xemginiya erdhej û lehiyê pêşwaziya Newrozê hat kirin

kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) – Li Bakurê kurdistanê pîrozbahiyên Newrozê dest pê kirin ku yek ji navendên pîrozbahiyê jî Batman bû. Li Batmanê bi xemginiya erdhejan û bi baranê pêşwaziya Newrozê hat kirin. Welatiyan diruşmeyên wekheviyê û azadiyê di pîrozbahiyê de berz kirin.

Bi organîzatoriya Partiya Demokratîk a Gelan HDPê li Batmanê pêşwaziya Newrozê hat kirin û welatiyên Batmanê li Qada Newrozê li hev civiyan. Li Qada Newrozê agirê Newrozê ji aliyê rayedarên HDPê ve hat vêxistin. Siyasetmedarên HDPê di pîrozbahiya Newrozê ya Batmanê de peyamên aştî, wekhevî û azadiyê dan û banga aramiyê kirin û bal kêşandin ser giringiya hilbijartinên 14ê Gulanê

Parlementerê Batmanê yê HDPê Mehmet Ruştu Tîryakî ji K24ê re got: “Newroz bibe wesîleya yekîtî, aştî û biratî. Hem bo kurdab hem bo temamê rojhilatanavîn. Pêşiya me de hilbijartinek heye û dîroka kurdan da ewê deriyek nû veke û newroz jî bibe wesîleya vekirina vî derî.”

Di pîrozbahiya Newrozê ya Batmanê de welatî li gel malbatên xwe ji zarokan heta  pîran bi cil û bergên xwe yên neteweyî û rengîn beşdar bûn, peyamên cîbicîkirina dadperweriyê bo kurdan dan û qada Newrozê bi Alaya Rengîn xemilandin ûNewroz li hemû kurdan pîroz kirin.

Newroz li Batmanê hem ji ber erdhejên Mereşê bi xemgînî hat pêşwazîkirin û hem jî ji ber barîna baranê zû bi dawî bû.