Mûsa Ehmed: Me nîgeraniyên Serokwezîr Mesrûr Barzanî derbarê bûyera şeva Newrozê li Cindirêsê gihandin Tirkiyê

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî radigihîne, me nîgeraniyên Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî derbarê bûyera şeva Newrozê ya li Cindirêsê gihandin aliyên pêwendîdar ên Tirkiyê.

Serokê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî Mûsa Ehmed ji K24ê re ragihand, Wezîrê Derve yê Tirkiyê spasiya Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî kir ku hevkarî gihandin navçeyên ji ber erdhejê ziyan dîtine û tê de berdewam e.

Ragihand jî, em wek Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî spasiya Hikûmeta Tirkiyê kir ku wan hevkarî û hêsankarî ji bo me kirin ji bo gihandina hevkariyan bo Efrînê.

Mûsa Ehmed her wiha got jî, me nîgeraniyên Serokwezîr Mesrûr Barzanî yên derbarê bûyera şeva Newrozê li Cindirêsê gihandin aliyên pêwendîdar ên Tirkiyê ku berpirsê Dosyeya Sûriyê di Wezareta Derve ya Tirkiyê de jî di civînê de amade bû.

Şeva Newrozê 20ê Adarê li bajarokê Cindirêsê yê ser bi herêma Efrînê ve, grûpa Ceyş El Şerqiye ji ber vêxistina agirê Newrozê, gulle li hejmarek welatiyên Kurd barandin û di encamê de 4 kes şehîd bûn û 2 kes jî birîndar bûn.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî duhî di daxuyaniyekê de êrîşa li Cindirêsê bi tundî şermezar kiribû û daxwazê ji berpirsên navçeyê kir ku lêpîrisîna pêwîst bikin û encamderên vê tawanê, bigihînin cezayên wan ên yasayî.