Li bajarê Xoyê di erdhejê de 165 kes birîndar bûn

Ji ber erdheja ku li bajarê Xoy ê ser bi parêzgeha Urmiyê ya Rojhilatê Kurdistanê rûda, 165 kes birîndar bûn.

Navenda Nûçeyan (K24) – Ji ber erdheja ku li bajarê Xoy ê ser bi parêzgeha Urmiyê ya Rojhilatê Kurdistanê rûda, 165 kes birîndar bûn.

Li gor ajansa fermî ta Îranê IRNA, Parêzgarê Urmiyê Mihemed Sadiq Mutemediyan ragihandiye ku di erdhejê de 165 kes birîndar bûne û ji wan 139 kes piştî tedawiya ewil, bo malê hatine şandin û yên din jî tên tedawîkirin.

Li aliyê din hat ragihandin di erdhejê de li 10 gundên bajarên Selmas û Xoyê 80 xaniyan zirar dîtine.

Li bajarê Xoy ê parêzgeha Urmiyê Rojhilatê Kurdistanê ku hevsînorê parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê ye, 24ê Adarê di demjimêr 06:16 xulekan de erdhejek bi hêza 5.6 pile çêbû.

Herwiha li bajarê Xoyê di 28ê Çileyê de bi pileya 5.8 erdhejek çêbû. Di erdhejê de 3 kesan jiyana xwe ji dest dabûn û 1167 kes jî birîndar bûbûn.