Lêpirsîna di tawana şehîdên Newrozê de: Çekdar zorê li malbata şehîdan dikin

Cindirêsê
Cindirêsê

Navenda Nûçeyan (K24) – Polîsa Leşkerî ya li bajarokê Cindirêsê bi darê zorê rûpelên sipî bi endamên malbata şehîdên Newrozê didin îmzekirin û malbat jî bang li rêxistinên mirovî û yasayî dike ku bila rê nedin ku lîstin bi doze bê kirin.

Şeva 20ê Adarê li bajarokê Cindirêsê yê ser bi herêma Efrînê ve, hejmarek ji grûpa çekdar a bi navê Ceyş El-Şerqiye ji ber vêxistina agirê Newrozê, gulle li malbateke Kurd a bi navê (malbata Pêşmerg) reşandin û di encamê de 3 bira û kurê birayekî şehîd bûn û 2 kes jî birîndar bûn.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê îro di raporkê de belav kir, duhî 27ê Adara 2023an, Dadwerê Lêpirsînê Taha Reşwanî ligel 6 endamên ji Polîsa Leşkerî derbarê kuştina şehîdên şeva Newrozê li Cindirêsê de, lêpirsîn bi 4 endamên malbata şehîdan re kirin, ew jî ev in: Eşref Mihemed Osman, Mihemed Nezmî Osman, Emîne Cabo û Îsmaîl Silêman Mihemed.

Rêxistina Mafên Mirovan dibêje, piştî bidawîbûna lêpirsînê, Dadwerê Lêpirsînê Taha Reşwanî ligel 3 polîsên leşkerî ji malê derketin, lê 3 polîs jî di hundirê malê de man û rûpelên sipî yên taybet bi lêpirsînan derxistin û 5 endamên din ên malbatê neçar kirin ku li ser wan rûpelên sipî îmze bikin.

Kesên ku bi darê zorê îmzeyên wan hatine birin ev in: Roşîn Mihemed Osman, Hêvîn Ismet Îbrahîm, Yasmîn Mistefa, Evrîzan Osman û Mihemed Mihemed Osman.

Di vê derbarê de, malbata şehîdan bang li aliyên pêwendîdar, saziyên navdewletî û rêxistinên mafên mirovan dike ku fişarê li aliyê darazê bikin, da ku lîstinê bi lêpirsînan nekin û wan neguhêrin, ji ber ku îmzeyên 5 endamên malbatê di bin zext û zorê de hatine birin.

Rêxistina Mafên Mirovan ji ber vê yekê jî, daxwaza komîteyeke lêkolînê ya navdewletî û serbixwe derbarê vê tawanê dike û bang li Komîteya Navdewletî ya Serbixwe ya Taybet Sûriyê û rêxistinên navdewletî dike ku baweriyê bi komîteyên girêdayî Hevpeymaniya Opozîsyona Sûriyê (Îtîlaf) û hikûmeta wê ya demkî nekin.