Netewên Yekgirtî pêşwaziyê li rêkeftina Hewlêr û Bexdayê dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Şandeya Netewên Yekgirtî li Iraqê (UNAMI) pêşwaziyê li rêkeftina navbera Hewlêr û Bexdayê dike û wê bi gaveke giring bi nav dike.

Şandeya Netewên Yekgirtî li Iraqê (UNAMI) pêşwaziyê li rêkeftina navbera Hewlêr û Bexdayê dike û Di twîttera xwe de wiha got: “Em pêşwaziyê li rêkeftina Herêma Kurdistanê û Bexdayê ya ji bo dubare hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê dikin.”

UNAMI her wiha got ku rêkeftina petrol û gazê ya di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de gaveke girîng e ji bo bihêzkirina yekrêziya welat û pêşxistina aboriya Iraqê ji bo xizmetkirina hemû Iraqiyan.

Duhî Çarşemê (04.04.2023) rêkeftinek bo hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê di navbera Hewlêr û Bexdayê de hat îmzekirin. Li gorî wê rêkeftinê, petrola Herêma Kurdistanê dê ji aliyê SOMO ve bi rêya Bendera Ceyhanê ya Tirkiyê were firotin û dahata wê jî dê li ser hesabê bankê taybet a di bin kontrola Hikûmeta Herêma Kurdistanê de were danîn.

Endamê Komîta Petrol û Gazê ya Parlamentoya Iraqê Sebah Subhî ragihand, garantiya navxweyî û derve ya rêkeftina di navbera Hewlêr û Bexdayê de heye û SOMO dê petrola Herêma Kurdistanê hinarde bike. li hemberê vê yekê jî, Herêm dê dahatên xwe yên petrolê bi awayekî serbixwe di bin çavdêriya banka navendî de birêve bibe.