Pispor: Berî hilbijartinan nêzîkbûnek berçav a Sûrî – Tirkî ne pêkan e

kurdistan24.net

Navenda Nûçeyan (K24) – Tirkiye ya ku ber bi hilbijartinekê ve diçe beriya ku hilbijartin encam bidin hewl dide ku di qada navdewletî de arişeyên bi welatên cîran re hene çareser bike û Hewl dide piştî bi dehan salan careke din bi Sûriyê re li hev bike. Lê belê pispor û şarezayên rewşê dişopînin di demeke nêzîk de û beriya hilbijartinan pêkan nabînin nêzîkbûnek ber biçav çêbe.

Di heyama ku li Tirkiyê hilbijartina serokkomarî û yên parlementeriyê nêzîk dibe di qada navdewletî de jî geşedanên girîng rû didin. Cîgirên wezîrê karên derve yên Tirkiye, Rûsya, Îran û Sûriyê li Maskowa paytexta Rûsyayê di 3 û 4ê Nîsanê de li hev civiyan. Di vê civîna du rojî de ji bo hevdîtina wezîrên karên derve yên van 4 welatan bingehek hate avakirin. Li gel vê yekê asayîkirina pêwendiyên Enqere û Şamê, Têkoşîna li dijî rêxistinên çekdarî yên li Suriyê, vegerîna bi milyonan penaberan û çareseriyeke siyasî ya mayînde bû Sûriyê mijarên sereke yên civînê bûn. Tevî van geşedanan pisporên ku rewşê dişopînin dibêjin heta piştî hilbijartinan ne pêkane encameke ji van civînan derbikeve û Plana Amerîkayê jî ser van civînan heye.

Pisporê Pêwendiyên Navdewletî Prof. Dr. Hasan Oktay ji K24ê re got: “Ji van civînên hatine lidarxistin ne pêkane ku encameke erênî bo Tirkiyê derkeve. Piştî hilbijartinên 14ê Gûlanê yên li Trkiyê bi egera guherîna deshilatê rejîma Esad tu gavên pêwîst navêje. Amerîka jî benda encamên hilbijartinan e û hewl dide bi piştevanîkirina Kurdên Rojava ew jî di nava vê civînê de cih bigre. Ev hewla Amerîka dê destê Kurdan jî bihêz bike di egera çareseriyeke mayînde de.”

Şarezayên ku rewşa li qadê dişopînin jî diyar dikin ku Tirkiye bi çend sedeman neçare ku bi Sûriyê re li hev bike û ev civîn jî heta negihêjn asta serokan bi wate nabin.

Pisporê Rojhilata Navîn Prof. Dr. Serhat Erkmen dibêje: “Pêwendiyên Tirkiye û Sûriyê di rojekê de têk neçûn û bi civînekê jî çareser nabin. Lê nêzîkatiya Erebîstanû Sûdî û Îranê, bicihbûna Çînê li rojhilata Navîn, beşdarîbûna Sûriyê di komkara Ereban de û bi dawîbûna şerê Yemen û Lîbyayê Tirkiye neçar kir ku bi Sûriyê re li hev bike. Nerazîbûn û daxwazên Şam û Enqerê jî zêde ne û encax bi civînên di asta serokan de bên çareserkirin.

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ku dixwaze demeke nêzîk de Erdogan û Esad bîne bal hev, roja 6 û 7ê Nîsanê de serdana Tirkiyê dike û bi hevpostê xwe yê Tirkiyê Mevlût Çavuşoglu re dê bicive. Lê belê Şam ji bo başbûna pêwendiyênli gel Enqerê li ser daxwaza bi temamî derketina Tirkiyê ji Sûriyê bi biryar e.