Siûdiye û Îran daxuyaniyek hevbeş derbarê asayîkirina pêwendiyan de îmze dikin

.
.

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve yê Erebistana Siûdî Feysel Bin Ferhan û Wezîrê Derve yê Îranê Emîr Ebdullahiyan daxuyaniyeke hevbeş derbarê cîbicîkirina rêkeftina di navbera her du welatan de pêk hatiye, îmze kirin.

Wezîrê Derve yê Erebistana Siûdî Feysel Bin Ferhan û Wezîrê Derve yê Îranê Emîr Ebdullahiyan îro Pêncşemê li Pekînê civiyan û daxuyaniyeke hevbeş derbarê cîbicîkirina rêkeftina ku berî mehekê bi navbênkariya Çînê di navbera her du welatan de pêk hatiye, îmze kirin.

Di daxuyaniya hevbeş de, her du aliyan li ser girîngiya şopandina cîbicîkirina rêkeftinê ji bo asayîkirina pêwendiyên her du welatan, vekirina balyozxaneyên her du welatan û konsulxaneyan li bajarên Cîdde û Meşhedê, li hev kirin.

Her wiha aliyên Siûdî û Îranî tekezî li ser aktîvkirina rêketina hevkariya ewlehiyê û xurtkirina hevkariyê di her warê ku ewlehî û aramiya navçê biparêze, tekez kirin.

Roja 10ê Adarê, daxuyaniyeke hevbeş di navbera Îran, Erebistana Siûdî û Çînê de hat dayîn, tê de Tehran û Riyad li ser “ji nû ve destpêkirina pêwendiyên dîplomatîk di navbera xwe de û vekirina balyozxane û nûneratiyên xwe di heyama du mehan de” li hev kirin.

Têkiliyên di navbera Riyad û Tehranê de di sala 2016an de qut bûn, dema ku xwepêşanderên Îranî êrîşî nûnertiyên dîplomatîk ên Erebistana Siûdî li Îranê kirin, ew jî piştî ku Siûdiyê melayê Şîa yê opozîsyonê Nimir El-Nimir bidarve kiribû.

Ji Nîsana 2021an ve, Iraq mêvandariya rêzecivînên di navbera berpirsên ewlekarî yên her Îran û Siûdiyê de kiribû, da ku nêrînên her aliyan ji hevdu nêzîk bike.