Daxuyaniya Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê derbarê êrişa li ser firokexaneya Silêmaniyê

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Cotyar Adil derbarê êrîşa li ser Firokexaneya Navdewletî ya Silêmaniyê de daxuyaniyek belav kir û ragihand, “Reftara desthilateke xwesepandinê ya partiyekê li Silêmaniyê bû sedema asmanê Tirkiyê li pêş Firokexaneya Navdewletî ya Silêmaniyê de girtin û piştre êrîş lê bê kirin, di encamê de jî welatiyên me yên li herêmê baca şaştiyên wan bidin.”

Daxuyaniya Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê: 

Em nîgeraniya xwe ji êrîşa li ser Firokexaneya Navdewletî ya Silêmaniyê nîşan didin. Ev rewşa tirsnak ji encama dagîrkirina saziyên hikûmetê û bikaranîna wan ji bo karên neqanûnî ye.

Reftara desthilateke xwesepandinê ya partiyekê li Silêmaniyê bû sedema asmanê Tirkiyê li pêş Firokexaneya Navdewletî ya Silêmaniyê de girtin û piştre êrîş lê bê kirin, di encamê de jî welatiyên me yên li herêmê baca şaştiyên wan bidin.

Divê dawî li van kiryarên nerewa bê û desthilata hikûmetê bê vegerandin û rêveberiyeke şayiste ku layîqê xelkê Silêmaniyê be û di xizmeta gel û berjewendiyên wan de be bê bicihkirin û dawî li wê rewşa aloz a wê herêmê were û jiyaneke bi rûmet ji xelkê serbilind ê Silêmaniyê re bê dabînkirin.