Li Stenbolê xebateke xwebexşane bo herêma erdhejê

kurdistan24.net

Stenbol (K24) – Gelek kesên ji herêma erdhejê li bajarên Bakurê Kurdistan û Tirkiye li Stenbolê gihiştin ba hev û li vî bajarî xebateke xwebexşane dan destpêkirin. Li bazareke ku ji hêla şaredariya Stenbolê ve hatiye vekirin berhemên xwemalî yên bajarên erdhej lê rû daye hatine bicîhkirin û dahatên ji vir jî tên şandin bo ziyanditiyên li herêma erdhejê. Peyama beşdaran ew e ku karê xwebexşane û ji dil çiqas mezin bibe hevgirtin û hêza civakê jî ewqas mezintir dibe.

Meydana Beyazit a li Stenbolê ku gelek caran dibe cîhê xwepêşandanên polîtîk û civakî vê carê ji bo alîkariyeke mirovî hatiye amadekirin.

Ji hêla şaredariya bajêr ve gelek saziyên sivîl û dikandar ên li herêma erdhejê ziyan dîtinê ligel niştecihên Stenbolê mil dane hev li vê meydanê berhemên xwemalî yên mişmişa Meletî heta ecîna Rihayê û gelek berhemên destî yên Semsûr û berhemên bajarên din ên erdhej lê rû daye bi cîh kirine û dahatên ji vir dê bi dest kevin bo herêma erdhejê dê bişînin.

Niştecîhê Meletiyê Omer Yilmaz: Em ji Meletiyê hatin, li Meletiyê sûk û navendên bazirganî ji ber erdhejê kavil bûn. Me berhemên taybet ên bajarê xwe anî vêderê û li vir difiroşin û dahatên vir em ê bişînin ziyanditiyên erdhejê.

Niştecîhê Stenbolê: Xebata alîkariya li vir tê kirin nîşaneya hevgirtineke mezin e. Ez pê kêrfxweş bûm û ez jî hatim ji vir hin tiştan bikirim da ku alikariyeke me bigihije mexdûrên erdhejê.

Ligel berhemên xwarin û destî gelek nivîskar jî bi pirtûkên xwe beşdarî vê xebata xwebexş dibin.

Yek ji wan nivîskaran jî Murat Kayiş ê ji Semsûrê hatiye ku ji zêdeyî 50 kesûkarên wî di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane.

Nivîskar Murat Kayiş: Hevgirtin û alîkarî hêza civakê zêdetir dike. Em kesên bi karê nivîs û wêjeyê mijûl in bi hunera xwe hewl didin qenciyek bikin bo ziyandîtiyan. Bi dehan mirovên min li Meletiyê û Semsûrê di erdhejê de mirin. Êşa me kûr e lê bi qenciyeke wiha mezin em êşa xwe hinek derman dikin.

Welatiyê Semsûrî Azîz Bînzet: Bi helkefta vê xebata mînak em jî ligel çend bradarên xwe bi awayeke xwebexşane li vir kar dikin, ev kar çiqas mezintir bibe, dê alikariya bigihije herêmê ewqas mezintir bibe. 

Xebata ku bi navê bazara hevgirtinê hatiye destpêkirin heta Cejna Remezanê dê berdewam bike