Riyad û Şam dîtina çareseriyeke siyasî bo Sûriyê û asayîkirina pêwendiyên gotûbêj dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve yê Sûriyê Feysel Miqdad piştî zêdetirî ji deh salan, bo cara yekem serdana Siûdiyê dike û bi hevtayê xwe yê Siûdî Feysel Bin Ferhan Al Siûd re civiya.

Wezîrê Derve yê Erebistana Siûdî Feysel Bin Ferhan Al Siûd li bajarê Ceddayê pêşwazî li hevtayê xwe yê Sûrî Feysel Miqdad kir û li gorî daxuyaniyeke hevbeş, di civînê de pêkanîna çareseriyekê li Sûriyê ji bo vegera wê bo çarçoveya xwe ya erebî û dîtina çareseriyeke siyasî ku yekitiya Sûriyê biparêze, hatin gotûbêjkirin.

Daxuyaniya hevbeş tekezî li ser giringiya çareserkirina aloziyên mirovî li Sûriyê û dîtina rêyên guncaw ji bo gihandina alîkariyên mirovî kir.

Daxuyaniya Siûdî-Sûrî tekezî li ser piştgiriya dewleta Sûriyê ji bo berfirehkirina kontrola xwe û bidawîkirina hebûna mîlîşyayên çekdar û herwiha xurtkirina hevkariyê di şerê li dijî bazirganiya madeyên hişber de kir.

Her wiha her du aliyan behsa gavên pêwîst ji bo dîtina çareseriyeke siyasî ya berfireh ji kirîza Sûriyê re ku dê dawî li hemû encamên wê bîne, lihevhatina niştimanî pêk bîne û bibe alîkar ku Sûriye vegere bo çarçoveya xwe ya erebî, kirin.

Her du aliyan her wiha pêşwazî li destpêkirina karên konsulxane û geştên asmanî di navbera Sûriyê û Erebistana Siûdî de kirin.

Li hemberê jî, Wezîrê Derve yê Sûriyê pêzanînên xwe ji bo hewlên Erebistana Siûdiyê yên ji bo bidawîanîna kirîza Sûriyê nîşan da û hewlên Erebistana Siûdiyê ji bo gihandina alîkariyên mirovî ji bo ziyandîtiyên erdhejê bilind nirxand.