Serokê Herêma Kurdistanê ligel Serokê Senatoya Îtalyayê û Serokwezîrê Vatîkanê civiya

Piştevaniyên Îtalyayê bo Herêma Kurdistanê û rewşa pêkhateyan û pêkvejiyana li Herêma Kurdistanê hatin gotûbêjkirin.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokê Senatoya Îtalyayê Ignazio La Russa
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokê Senatoya Îtalyayê Ignazio La Russa

Hewlêr (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ligel Serokê Senatoya Îtalyayê û Serokwezîrê Vatîkanê civiya û piştevaniyên Îtalyayê bo Herêma Kurdistanê û rewşa pêkhateyan û pêkvejiyana li Herêma Kurdistanê hatin gotûbêjkirin.

Îro pênçşemê 13ê Nîsana 2023an, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, li Romayê, di civînekê ligel Serokê Senatoya Îtalyayê Ignazio La Russa spasiya alîkarî û piştevaniya Îtalyayê ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê di şerê li dijî DAIŞê û berengarbûna terorîstan de kir.

Li gor daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, Serokê Senatoya Îtalyayê, ji aliyê xwe ve, li ser navê welatê xwe spasiya Herêma Kurdistanê û rola Pêşmerge di têkşikandina DAIŞ ê de kir û got: “Em spasiya we dikin ku hûn li şûna cihanê di çeperên pêşiyê yên şerê dijî terorê da bûn.” Herwesa têkiliyên welatê xwe digel Iraq û Herêma Kurdistanê bi girîng wesif kirin.

Herwiha îro Nêçîrvan Barzanî li Vatîkanê ligel Serokwezîrê Vatîkanê Kardînal Pietro Parolin civiya.

Di civînê de, rewşa Iraqê bi giştî û pêkhateyên Herêma Kurdistanê û Iraqê bi taybetî mesîhiyan û navçeyên wan gotûbêj kirin û tekezî li ser hewlên mayîna mesîhiyan li Iraq û Herêma Kurdistanê kirin.

Li gor daxuyaniyê, Serokwezîrê Vatîkanê rola Nêçîrvan Barzanî û hewlên wî yên ji bo komkirina aliyan û çareserkirina pirsgirêkên Iraq û Herêma Kurdistanê bilind nirxand û hemû piştevaniya Vatîkanê ji bo Herêma Kurdistanê dûpat kir.

Herwiha vekirina Zanîngeha Katolîk li Herêma Kurdistanê û hevkarî û piştevaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo zanîngehê û berfirehkirin wê, serdana xwe ya parsal ya serketî ya bo Hewlêrê û rewşa pêkvejiyanê li Herêma Kurdistanê bi dilxweşker wesif kirin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, ji aliyê xwe ve, tekez li ser wê yekê kir ku Herêma Kurdistanê dixwaze mesîhî li welatê xwe bimînin û hemû amadeyî û hêsankarî ji bo wan kesên ku dixwazin vegerin nîşan da. Herwiha daxwaz ji Vatîkanê jî kir ku piştevaniya Yekîtiya Ewropayê bike ji bo cîbicîkirina pirojeyên avadankirinê li navçeyên mesîhiyan li Herêma Kurdistanê û Iraqê.

Nêçîrvan Barzanî li Vatîkanê ligel Serokwezîrê Vatîkanê Kardînal Pietro Parolin