Otomobîla Meral Daniş Beştaş qeza kir

Beştaş bo nexweşxaneyê hat veguhestin û hat ragihandin ku rewşa wê giran e.

Navenda Nûçeyan (K24) – Otomobîla Cîgira Serokê Koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Meral Daniş Beştaş li navçeya Qereyezî ya Erziromê qeza kir. Beştaş bo nexweşxaneyê hat veguhestin û rewşa wê giran e.

Meral Daniş Beştaş, ajokarê wê Mehmet Vefa û kesekî din ku navê wî nehat hînbûn, li navçeya Qereyazî ya Erziromê ku ji bo xebatên hilbijartinê çûbû, tûşî qezaya trafîkê bûn.

Cîgira Serokê Koma HDPê Meral Daniş Beştaş ku di wesayîtê de asê maye, di encama xebata îtfaiyeyê de ku gihîştine cihê bûyerê, ji wesayîtê hatiye derxistin.

Hat ragihandin ku Beştaş bi ambulansê bo Nexweşxaneya Dewletê ya Erziromê hatiye veguhestin û rewşa wê ya tenduristiyê giran e.