Piştî 98 salan doza aşkerekirina cihê gora Şêx Seîd dê birêve biçe

Diyarbekir (K24) – Yekem rûniştina doza daxwaza eşkerekirina cihê gora Şêx Seîd û hevrêyên wî, dê 25ê Nîsanê li Dadgeha Enqereyê birêve biçe.

Ji aliyê malbata Şêx Seîd û Baroya Diyarbekirê ve bi daxwaza eşkerekirina cihê gora pêşengên serhildana 1925an Şêx Seîd û hevrêyên wî li Wezareta Navxwe ya Tirkiyeyê doz hatibû vekirin. Yekem rûniştina dozê dê di 25ê Nîsanê de li 5emîn Dadgeha Îdare ya Enqereyê birêve biçe.

Ev, piştî 98 salan yekem doz e. Malbat û baro dixwaze cihê gorên wan bêne eşkerekirin.

Wezareta Navxwe ya Tirkiyeyê ji beriya niha di bersiva bo dadgehê de ragihandibû; ji ber ku ew ne alîyekî dozê ne ji bo dadgehê ti belgenameyan naşînin.

Baroya Diyarbekirê û nevî û serwêrisê Şex Seîd, Mihemed Qasim Firat, di 2019an de pêvajoya dadgehkirinê dabûn destpêkirin.

Şêx Seîd û 46 hevrêyên wî di sala 1925an de li Diyarbekirê hatibûn darvekirin û heta niha jî cihê gorên wan nayê zanîn.