HSD bi piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî serkirdeyekî din ê DAIŞê digire

Navenda Nûçeyan (K24) – Hêzên Sûroyeya Demokratîk (HSD) bi piştevaniya hêzên Hevpeymaniya Navdewletî, serkirdeyekî DAIŞê li Dêrazorê desteser dike.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, HSDê bi piştgiriya hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya li Dijî DAIŞê, duhî Şemiyê serkirdeyekî DAIŞê ku serkirdayetiya gelek şaneya kiribû û piştgirî dida operasyonên teroristî, desteser kir.

Da zanîn jî, ew serkirdeyê DAIŞê li bajarokê El-Dehle yê li gundewarê bakurê Dêrazorê hat girtin.

Ev yek di demekê de ye, Fermandariya Navendî ya Amerîkayê roja 8ê Nîsanê serkirdeyê DAIŞê yê bi navê “Huzeyfa El-Yemanî” û du alîkarên li rojhilatê Sûriyê wî desteser kiribûn.

Roja 3ê Nîsanê jî, serkirdayetiya leşkerî ya Amerîkayê ragihandibû ku wê êrîşek li Sûriyê pêk anî û di encamê de serkirdeyê wê rêxistinê Xalid Iyad Ehmed El-Cibûrî yê ku plan dikir êrîşan li Ewropayê pêk bîne, hat kuştin.