Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi kasibkarên bazara Hewlêrê re rojiya xwe vekir

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ligel hejmareke kasibkarên bazara Hewlêrê di roja 25ê meha Remzanê ya pîroz de rojiya xwe vekir.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li bazara Hewlêrê xwarinek pêşkêşî hejmareke bazirgan, pîşesaz û dukandarên bazarê kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di gotarekê de bi xêrhatina beşdaran kir û got: “Em li ser navê we hemûyan spasiya Pêşmergeyên qehreman dikin ku bi saya em dikarin bi aramî bijîn û li cihekî wiha li hev kom bibin.”

Her wiha got: “Em bejna xwe li hember hemû şehîdan û malbatên wan ên serbilind ditewînin û em deyndarê wan in.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî got: “Me di vê heyamê de her hewlek kir ku em di xizmeta we de bin. Bêguman dijminên me ji bo ku em xizmeta we nekin û negihêjin armancên xwe, her tiştî dikin.”

Her wiha got: “Tiştê ku cihê şanaziyê ye ku Kurdistanê cihekî aram e, ne tenê ji bo gelê Kurdistanê, lê ji bo gelên din ên navçeyên Iraqê yên ku tên Herêma Kurdistanê.”

Derbarê pêkvejiyana li Herêma Kurdistanê de Serokwezîr Mesrûr Barzanî got: “Cihê destxweşiyê ye ku em dibînin Kurdistan cihê pêkvejiyana ol û neteweyên cuda ye. Ev yek cihê şanaziyê ye û divê hûn bi xwe şanaz bin ku we kariye hûn bibin beşek ji Kurdistanê û xelk jî berê xwe bidinê.”

Di warê siyasî de Serokwezîr Mesrûr Barzanî got: “Em hewl didin aramiya siyasî li Iraq û Kurdistanê pêk bînin. Em hertim ligel wan aliyan bûne ku daxwaza yekrêziya hemû hêzên nîştimanperwer dikin ku armanca wan parastina Herêma Kurdistanê ye û baweriya wan bi xizmetkirina welatiyên Herêma Kurdistanê heye. Bawer bikin ku em dikarin bi hev re xizmeta hemû çîn û olan bikin. Baweriya wan hebe ku têkoşînê li dijî gendeliyê bikin. Em her tim bi van partiyan re yek in, lê tu carî em nikarin bibin şirîkê xiyanet, gendelî, teror, tirsandin, wêrankirin û bikaranîna gel ji bo berjewendiyên xwe.”

Di warê aborî de Serokwezîr Mesrûr Barzanî got: “Spas ji Xwedê re, hêviya me zêdetir e ku Herêma Kurdistanê ber bi asoyeke geştir ve biçe, herêmeke me ya aram heye û dê aramtir bibe.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî derbarê rêkeftina Hewlêr û Bexdayê de got: “Me hemû hewlên xwe daye ji bo çareserkirina pirsgirêkên xwe ligel hikûmeta navendî ya Bexdayê. Niha em gihîştine qonaxa dawî ya rêkeftina ku me bi Iraqê re îmze kiriye, ez hêvî dikim ku ev yek ji bo alîkariya aborî gelekî alîkariya we bike. Ez dizanim ku piraniya bandora aborî li ser milê we ye, çi bazirgan, çi karker û pispor bin. Ji ber wê jî em hemû hewlên xwe didin ji bo baştirkirina rewşa aborî ya Herêma Kurdistanê.”