Rapirsî: Cudahiya navbera Erdogan û Kiliçdaroglu ji sedî 1 e

Kompaniya Lêkolînê ya MAKê, encamên rapirsiya xwe ya "Lêkolîna Rojeva Tirkiyê ya Nîsana 2023an" ji raya giştî re ragihand.

Navenda Nûçeyan (K24) – Li gor rapirsiya Kompaniya Lêkolînê ya MAKê, cudahiya di navbera kesên ku dibêjin "Kiliçdaroglu dê di gera duyem a hilbijartinan de bi ser bikeve" û kesên ku dibêjin "Erdogan dê di gera duyem a hilbijartinan de bi ser bikeve", tenê ji sedî 1 e.

Kompaniya Lêkolînê ya MAKê, encamên rapirsiya xwe ya "Lêkolîna Rojeva Tirkiyê ya Nîsana 2023an" ji raya giştî re ragihand.

Ji beşdaran re pirsa "Eger sibe hilbijartinên parlamenteriyê were encamdan, hûn dê dengê xwe bidin kîjan partiyê?” hat arastekirin.

Li gor bersivan, (piştî ku bêbiryar hatin parvekirin) rêjeyên dengan wiha ne:

1. AK Partî: Ji sedî 35.8

2. CHP: Ji sedî 29.1

3. ÎYÎ Partî: Ji sedî 11.7

4. Partiya Çep a Kesk: Ji sedî 9.5

5. MHP: Ji sedî 7.2

6. Partiya Jinûve Refah: Ji sedî 1.4

7. Partiya Karkerên Tirkiyê: Ji sedî 1.4

8. Partiya Memleket: Ji sedî 1.2

9. BBP: Ji sedî 1.2

10. Partiya Zafer: Ji sedî 0.8

11. Partiyên din: Ji sedî 0.7

Rêjeya dengan li ser pirsa "Gelo hûn dê di 14ê Gulanê de dengê xwe bidin kîjan tifaqê?" wiha ye:

1. Tifaqa Cumhur: Ji sedî 44

2. Tifaqa Milet: Ji sedî 40

3. Tifaqa Ked û Azadî: Ji sedî 10.3

4. Tifaqa Ata: Ji sedî 1

5. Yekîtiya Hêza Sosyalîst: Ji sedî 0.4

6. Dengê xwe dide partiyeke ku ne di tifaqekê de ye: Ji sedî 0.3