AC Mîlan piştî 16 salan gihîşt qonaxa nîv-fînala Champions League

Navenda Nûçeyan (K24) – Tîma AC Mîlan a Îtalyayê piştî 16 salan, li ser hesabê Napoli gihîşt qonaxa nîv-fînala Champions League ya Ewropayê.

Şeva borî di gera vegerê ya qonaxa çarîk-fînala Champions League de, Napoli li stadyuma “Diego Armando Maradona” pêşwazî li AC Milan kir û lîstik bi encama (1 – 1) bi dawî bû.

AC Milan destpêkê di xuleka (43) de bi riya Olivier Giroud ê Fransî golek tomar kir, Napoli jî di xuleka “90 + 3” bi riya Victor Osimhen ê Nîjeryayî gola wekheviyê tomar kir.

Ji ber ku Milan di lîstika gera çûnê de bi encama (1 - 0) bi ser Napoli ketibû, piştî 16 salan gihîşt qonaxa nîv-fînalê.

AC Milan dê di nîv-fînalê de rûbirûyî serkeftiya ji lîtika Inter û Benfica ya ku dê îro çarşemê li stadyuma “Giuseppe Meazza” bibe.

Inter di lîstika gera çûnê de bi encama (2 - 0) bi ser Benfica ketibû.

Real Madrid

Di lîstikeke din a heman gerê de jî, Real Madrîd li Londonê li hember Chelsea bi encama (2 - 0) serkeftina xwe dubare kir û gihîşt nîvfînalê.

Her du golên Real Madridê di xulekên (58 û 80) de bi riya lîstikvanê Brezîlî Rodrigo Goes hatin tomarkirin.

Real Madrîda ku di pêşbirkê de rekora wê ya (14) nasnavan heye, roja çarşema borî li paytexta Spanyayê bi heman encam bi ser ketibû.

Real Madrid dê di nîv-fînalê de dê rûbirûyî serkeftiya ji Manchester City yan jî Bayern Munich be ku dê sibe çarşemê li “Allianz Arena” li Munchenê bên pêşberî hev.

Di lîstika gera çûnê de, Manchester City bi encama (3 - 0) bi ser Bayern Munich ketibû.