Şirovekarê siyasetê: Helwesta Kiliçdaroglu hêviyê dide Kurdan

Bi nêzîkbûna hilbijartinên 14ê Gulanê yê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê namzedê Tifaqa Milet yê muxalefeta Tirkiyê Kemal Kilicdaroglu helwesta xwe ya derbarê Kurdan de eşkere kir.
kurdistan24.net

Enqere (K24) - Bi nêzîkbûna hilbijartinên 14ê Gulanê yê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê namzedê Tifaqa Milet yê muxalefeta Tirkiyê Kemal Kilicdaroglu helwesta xwe ya derbarê Kurdan de eşkere kir. Siyasetmedar û şirovekarên ku ev helwesta Kilicdaroglu dinirxînin, dibêjin gavên di cih de lê dernegmayî tên avêtin û di nava Kurdan de hêviyek tê avakirin.

Vîdeoya ku namzedê Tifaqa Milet yê serokomariyê Kemal kilicdaroglu li ser medyaya ciwakî derbarê Kurdan de belav kirî di nava raya giştî de deng veda. Kilicdaroglu gotibû “Deshilat çaxê ku dizane vê hilbijartinê wenda bike ji Kurdan re dibêje terorîst. Niha ji milyonan Kurdan re bi destê deshilatê tê gotin ku hûn terorîst in. Ev eybeke mezin e.”

Bi vê daxuyaniyên Kemal Kilicdaroglu nîqaşên "gelo di deshilatdariya CHPê de dê ji bo pirsa Kurd rêyeke mayînde ya çareseriyê bê peyda kirin?" dest pê kirine û nêrînên cuda xwe didin der.

Siyasetmedar û hiqûqnasê Kurd Atîlla Karat ku bi salan di nava CHPê de bi awayekî çalak cih girtiye li gel rexne û kêmasiyan bi bawer e ku CHP dê pirsa Kurd çareser bike.

Atîlla Karat ji K24ê re diyar kir: “CHP ji bo çareseriya pirsa Kurd ji dil e. Lê belê CHP di mijara Kurdan de gavên derengmayî diavêje. Axaftina Kilicdaroglu ya ku xwedî li Kurdan derdikeve di cih de ye lê derengmayî ye. Lazim bû Kilicdaroglu berê bi biryarî ev daxuyanî bidana. Lazime Kilicdaroglu bêyî tirs behsa hemwelatiya wekhev bike. Pêwîst bû CHP dijî qeyûman bertekên tund nîşan bidana. CHPê di dema xwe de gavên pêwîst neavêtin. Lê dîsa jî bin banê parlementoyê de CHP dê ji dil vê pirsê çarsere bike.”

Bi nêrîna şirovekarên siyasî jî Tifaqa Milet û namzedê wê bo pirsa Kurd çareserî û projeyeke mayînde pêşkeşê gelê Kurd nekiriye lê zimanê Kilicdaroglu avaker e.

Parêzer û şirovekarê siyasetê Hamza Aktan ji K24ê re diyar kir: “Heta niha ne CHP ne jî tifaqa ewî ava kirî ya Kilicdaroglu ava kirî Tifaqa Miletê heta niha proseyek, programeke berfireh li ser çareseriya meseleya pirsa Kurdan parve nekiriye. Kilicdaroglu bi zimanekî çêtir û zimanekî li ser aşitiyê dixwaze ava bike. Diyalog û axaftina wî ligel Kurdan çêtir e, ev jî hêviyekê didete Kurdan.”

CHP ku partiya avakerê Komara Tirkiyê ye tevî hebûna partiya netewperest ÎYÎ Partî ya di nava Tifaqa Miletê de ye, dê hewl bide bin banê parlementoyê de ji bo pirsa Kurd çareseriyê peyda bike. Şarezayên babetê jî ev hewla CHPê yên derbarê Kurdan û çareseriya pirsa Kurd de di cih de, lê derengmayî dibînin.