Bi hezaran misilmanan li Mizgefta Ayasofyayê nimêja cejnê kirin

Ji gelek reng û neteweyên ciyawaz li heman meydanê li hev kom bûn û bi banga mele berê xwe dan qibleyekê.
kurdistan24.net

Stenbol (K24) - Bi hezaran misilmanên ji welatên cuda li Stenbolê li mizgefta Ayasofyayê ku berê muzexane bû ji bo nimêja Cejna Remezanê hatin ba hev. Li gor sala borî qelebalixeke zêde li Ayasofyayê hebû. Kesên nimêja cejnê kirin hêviya jiyaneke aştiyane bo hemû misilmanên li cîhanê kirin.

Ji gelek reng û neteweyên ciyawaz li heman meydanê li hev kom bûn û bi banga mele berê xwe dan qibleyekê.

Bi hezaran Misilmanên ji welatên cuda ku cejna xwe li Stenbolê derbas dikin ji bo nimêja Cejna Remezanê li mizgefta Ayasofya ku berê dêr û muzexane bû hatin ba hev û nimêja xwe kirin.

Welatiyê Sierra Leone Evdirehman Cieah ji K24ê re ragihand: “Îro ji bo hemû misilmanan rojeke girîng û gelek xweş e. Gelek kêfxweş im ku ez îsal bi silametî pêşwaziya Cejna Remezanê dikim.

Welatiyê Somalî Evdilmelîk Abdî diyar kir: “Di roja cejna Remezanê de ku bo me Misilmanan diyariya meha rojiyê ye, gelek kes wiha ji welatên cuda li mabedeke kom dibin ev hesteke bêhempa ye ez pê gelek dilxweş im.”

Ji ber ku hundirê Ayasofya cîh nema hejmareke zêde mirov nimêja xwe li derva li hewşa mizgeftê pêk anîn.

Welatiyeke Turkmenistanî ji K24ê re ragihand: “Hêvîdar im hemû kes bigihijin xeyalên xwe yên xweş bila aramî û aştî her tim bibe para vî welatî.”

Kesên nimêja xwe qedandin li derûdora Ayasofyayê di hewayeke hênik de xwarina xwe xwarin û bo bibîranînê wêne girtin.

Bi hezaran welatiyên ji welatên cuda li Stenbolê li mizgeft û meydanên mezin hatin ba hev cejna hevdu pîroz kirin. Daxwaz û hêviya wan jî ew bû ku sala bê ji sala çûyî xweştir û geştir bibe.