Hevpeymaniya Navdewletî: Drona me ji ber kêşeya mekanîkî ketiye xwarê

Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê ragihand, droneke wan di operasyonên hêzên ewlehiyê yên Iraqê de li başûrê Kerkûkê ji ber kêşeyeke mekanîkî ketiye xwarê.

Hewlêr (K24) – Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê ragihand, droneke wan di operasyonên hêzên ewlehiyê yên Iraqê de li başûrê Kerkûkê ji ber kêşeyeke mekanîkî ketiye xwarê.

Hat eşkerekirin, hêzên ewlehiyê yên Iraqê bi bilez çûne cihê ketina xwarê ya dronê û ti ziyaneke giyanî derneketiye holê.

Hevpeymaniya Navdewletî diyar kir, drona wan zanyariyên îstixbaratî yên girîng didin hêzên ewlehiyê yên Iraqê û di operasyonên jinavbirina DAIŞê de çavdêriya navçeyên wan bi wê tê kirin.

Herwiha ragihand, Hevpeymaniya Navdewletî şêwir û alîkariyê dide hêzên xwe yên li Iraq û Sûriyê ji bo dilniyabûna derbarê bidawîbûna DAIŞê de.

Ev daxuyaniya Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê di demekê de ye ku medyaya Iraqê nêzîkî Îranê behsa wê yekê dikin, dron bi mûşek hatiye xistiye.