Çîroka hunermendekî Efrînî li Stenbolê: Em ji bav û kalê xwe ve tim koçber bûne

Penaberekî hunermend ê Efrinî ku ji ber şer ji welatê xwe koçî Dîloka Bakurê Kurdistanê dike lê di erdhejê de mal û kargeha wî ya muzîkê wêran dibe, careke din bi rêyan dikeve, dibe koçber û berê xwe dide Stenbolê.
kurdistan24.net

Stenbol (K24) - Penaberekî hunermend ê Efrinî ku ji ber şer ji welatê xwe koçî Dîloka Bakurê Kurdistanê dike lê di erdhejê de mal û kargeha wî ya muzîkê wêran dibe, careke din bi rêyan dikeve, dibe koçber û berê xwe dide Stenbolê. Penaberê Kurd ku xemginî pêşwaziya cejnê dike dibêje ew ji bav û kalê xwe ve koçber in lê derfetekê peyda bike huner û muzîka Kurdî li xeribiyê bide belavkirin, da ku ev çand neyê jibîrkirin.

Jiyaneke tim di nav koçberiyê de û hêsrên ji çavên wê wek xembariya wê jiyana bi kul û derd diherike.

Cefa Elî Tîco hunermend ê ji Efrînê ye ku 12 sal berê ji ber şer koçî Tirkiye dike, li bajarê Dîlokê dest bi jiyaneke nû dike, li wir enstrûman û muzîka Kurdî fêrî gênc û zarokan dike. Lê di erdhejê de kargeha wî ya muzîkê û mala wî wêran dibe, 3 braziyên wî dimirin, piştre dest bi koçeke din dike ber bi Stenbolê ve li xeribiyê cejna xwe bi xem pêşwazî dike. 

Hunermend Cefa Elî Tîco ji K24ê re ragihand: “Di erdhejê de li Dîlokê min bi çavê xwe dît, xanî hatin xwarê, jin, zarok, pîr tev dikirin hawar û qêrîn. Min digot qey qiyamet rabû. Cejna me ne tu cejn e. Pariyê nanê em dixwin ji bo ku em nemirin dixwin yanê carekê me bi tehma têrbûnê nexwariye. Dema cejnê em li Efrînê hemû malbat em kom dibûn, bi xweşî û şadî lê niha her neferên malbatê li deverekê belav bûne em niha xwişk, bira, pismam tev bi hesretê hevûdin in.”

Hunermendê koçber ku ji zêdeyî 30 salan e karê muzîkê dike ji zêdeyî 10 enstrumanan lê dide tevî êşên xwe giran û şertên zehmet ên koçberiyê eger derfet peyde kir dê çanda Kurdî li xeribiyê bide belavkirin.

Cefa Elî Tîco destnîşan kir: “Ez dixwazim, tiştên ku em ji bav û kalên xwe fêr bûne dengbêjiya me ya Çiyayê Kurmênc berdewam bikim û bi gêncên me bidim hînkirin da ku ji bîr mekin. Nifşê nû bila bizanin huner û çanda Kurdan gelek zengîn e.”

Li Stenbolê bi hezaran koçberên Kurd ku ji Rojavayê Kurdistanê hatine hene û gelek cejnên xwe bi hesreta welatê xwe derbas dikin.

Koçberê Efrînî Riyad jî diyar kir: “Li xeribiyê jiyana me gelek zehmet e. Em ji xwişk û brayên xwe, ji kesûkarên xwe dûr in. Dê û bavê min mirin e, ji ber ku ez li xeribiyê dijîm nikarim herim ser gora dê û bavê xwe fatihayekê bixwînim. Em koçber gelek diêşin ji ber vê rewşa xerab û giran.”

Bêrîkirina welat hesta hevbeş a hemû penaberan e ji nav dilê wan tê ser ziman û dibêjin welat şêrîn e.