Yekem fîlmê li ser Jîna Emînî tê amadekirin

kurdistan24.net

Stenbol (K24) – Derhênerekî Diyarbekirî derbarê jiyana Jîna Emînî keça Kurd a Rojhilatê Kurdistanê ku par li Îranê hatibû kuştin, fîlmeke metraj dirêj amade dike ku ev dê bibe yekem fîlm li ser Emînî. Di fîlmê de gelek lîstikvanên navdar jî dê cîh bigirin. Tê çaverêkirin fîlm sala bê dê bê nîşandan.

Jîna Eminî keça 22 salî ya xelkê bajarê Seqîza Rojhilatê Kurdistanê bû, li Tahrana paytexta Îranê ji hêla polêsên ewlehiya exlaqî ve bi mebesta porê wê birêkûpêk nenixumandî bû hatibû desteserkirin piştre hatibû kuştin û li tevahiya dinyayê deng veda.

Derhênerê Diyarbekirî Mihemed Arslan, der barê jiyana Jîna Eminî de bi navê “JÎNA” fîlmeke metraj dirêj amade dike ku ev yekem fîlm be derbarê Emînî de.

Derhêner Mihemed Arslan ji K24ê re got: “Kuştina Jîna Eminî wek alayek li hemû cîhanê belav bû, bûyereke hovane bû ne pêkan bû ku ez bêdeng bimînim. Loma min biyar da ku fîlmekê bikêşim. Hewl didim xwe bigîhinim malbata Jîna jî.  Fîlm li Cizîra Şirnex û li Qosera Mêrdînê dê bê kişandin. Heta sala bê em ê fîlmê biqedînin û di festîvalên navdewletî de bidin nîşandan.”

Di fîlmê de gelek lîstîkvanên bi nav û deng dê bileyize, yek ji wan lîstikvanan jî Ron Smoorenburg e Hollandayî ye ku di fîlma Jackie Chan a bi navê Who I?  “Ez Kî me” de lîstî bû.

Lîstîvan Ron Smoorenburg ji K24ê re got: “Ez ê di fîlmê de wekî polîsekî bileyzim û li gor wê rolê karaktereke xerab a zilamekî derdikeve pêşberî mirovan. Ji bo min rûmetek e ku bo azadiya kesek an miletekê di fîlmekê de her çi rol be cîh digirim. Divê em ji bo dad û azadî ber xwe bidin da ku herkes pê bihese ka li dinyayê çi bûyer rû dide. Axirî azadî û kesên ji bo dad û azadî şer dikin dê bi ser kevin.”

Li gor ragihandina derhênerê Kurd hemû amadekariyên fîlmê heta sala bê dê bi dawî bibe û sala bê dê bê nîşandan.