Kûpaya Cîhanî ya bo Herêman (CONIFA) li Herêma Kurdistanê tê lidarxistin
Navenda Nûçeyan (K24) – Herêma Kurdistanê mafê mêvandariya Kûpaya Cîhanî ya bo Herêman (CONIFA) ya sala 2024an bi dest xist û Yekîtiya Fûtbola Kurdistanê jî dibêje, pêşbirk dê li yarîgehên Herêma Kurdistanê bên lîstin.
Fermangeha Medya û Zanyariyan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê duhî yekşemê ragihand, Herêma Kurdistanê mêvandariya Kûpa Cîhanî ya Herêman a FIFAyê (CONIFA) bi dest xist.
Li ser vê mijarê Berdevkê Komîteya Olempîk a Kurdistanê Şawan Ezîz ji Fermangeha Medya û Zanyariyan re ragihand: Pêşbirk dê li bajarên Hewlêr, Silêmanî, Dihok û Zaxoyê were lidarxistin.
Şandeke nûneratiya CONIFA di meha Adara 2023an de ji bo agahdarbûna ji rewşa ewlehiyê û asta yarîgehan li Herêmê, serdana Herêma Kurdistanê kiribû.
Berdevkê Yekitiya Futbolê ya Kurdistanê Celal Seîd ragihand, ev pêşbirk di nîva sala bê (2024) de dest pê dike û 16 herêm dê tê de beşdar bibin.
Ji bo mêvandariya vê pêşbirkê 8 herêman serlêdan kiribûn, lê di dawiyê de Herêma Kurdistanê mafê mêvandariya çapa çarem a kûpayê wergirt.
CONIFA rêxistineke cîhanî ya qazancnexwaz e, piştgiriya tîmên futbolê yên herêman dike, di Hezîrana 2013an de hat damezrandin û yekemîn pêşbirk di Hezîrana 2014an de li Swêdê bi beşdariya 12 herêman hat lidarxistin.