Buldan: Dengek ji YSPê re dengek jî ji Kemal Kiliçdaroglu re

Hevseroka HDPê Pervîn Buldan yekem car bi awayekî vekirî di bangeşeya li qada Esenlera Stenbolê diyar kir, ew ê dengekî bidin YSPê û dengekî jî bidin Kemal Kiliçdaroglu.
kurdistan24.net

Stenbol (K24) - Hevseroka HDPê Pervîn Buldan yekem car bi awayekî vekirî di bangeşeya li qada Esenlera Stenbolê diyar kir,  ew ê dengekî bidin YSPê û dengekî jî bidin Kemal Kiliçdaroglu.

Xebat û lebatên hilbijartinên 14ê Gulanê bi hemû gûrehiya xwe berdewam dikin. Li navçeya Esenlerê ya bi ser bajarê Stenbolê ve di bangeşeya hilbijartinê de Hevseroka HDPê Pervîn Buldan axivî û navê ku wê di hilbijartina serokomariyê de piştigriya wî bikin ragihand û diyar kir, ew dê wan kesên ku Kurdan nasnakin û tûne dibînin bişînin. Dengek ji Partiya Çep ya Kesk re dengeke jî ji Kemal Kiliçdaroglu re.   

Pervin Buldan diyar kir: “Di 14ê Gulanê de du dengên me hene. Em ê yekê ji bo Partiya Çep a Kesk bi kar bînin û ya din kesê ku wê di şûna Erdogan de bibe Serokomar ji bo Kemal Kiliçdaroglu bi kar bînin. Belê em ê wan kesên ku dijminatiyê dikin, Kurdan nas nakin û tune dibînin bişînin. Careke din dibêjin dengek ji bo Partiya Çep a Kesk û dengek jî ji bo Kemal Kiliçdaroglu."

Li qada Esenlerê ku hejmarake zêde ya Kurdan li vê navçeyê dijî di bangeşeya hilbijartinê de bi cil û bergên xwe yên neteweyî beşdarî çalakiyê bûn û bi stranên Kurdî govend gerandin û daxwazên yên ji dahatûyê jî bo Kurdistan 24ê raber kirin. 

Welatiyê Kurd Hakkî Dayan ji K24ê re diyar kir: “Em dixwazin zimanê Kurdî bikin wek hevî, ji bo pêşeroja me zrokên me rabin ser xwe azad bijîn. Em dixwazin zilma li ser me rabe û serokên me ji girtîgehê xelqê me ji girtîgehê derkeve. Bi 10 hazarm mirovên me di girtîgehan de ne, rojnamegerên me di girtîgehê de. Ez çi bêjim te yanî nayê hisap. îro qerarê bisin belkî 20 hezar jî di girtîgehê de ne. Em azadiya hemûyan dixwazin."     

Welatiya Kurd Musever Yazol jî destnîşan kir: “Em hiqûq û edaletê dixwazin. Em ji zarokên xwe azadiyê dixwazin. Em dixwazin zaroken fêrî Kurmancî bibin û li dibistanê perwerde bibin. Besse edî hatiye hetta vê derê. Spas dikim serkeftin ji we re."

Li herêma duyemîn ya Stenbolê navçeya Esenlerê 500 hezar kes zêdetir dijî. Li vê navçeyê ji sedî 11.7 jê Kurd in. Piştî AK Partiyê HDP wek partiya duyemîn e li vê navçeyê. YSP hewl dide ku dengên Elewî û Erebên li vê navçeyê jî wergire û asta dengên xwe derxe ser ji sedî 20an.