Li Stenbolê bi sed hezaran pîrozbahiya 1ê Gulanê

Sendîka û partiyên siyasî ku bi alayên xwe beşdarî mitînga 1ê Gulanê bûn Alaya Kurdistanê jî hate bilindkirin.
kurdistan24.net

Stenbol (K24) - Li Stenbolê Roja Karkerên Cîhanê 1 Gulanê bi beşdariya sed hezaran karkerî hate pîrozkirin. Sendîka û partiyên siyasî ku bi alayên xwe beşdarî mitînga 1ê Gulanê bûn Alaya Kurdistanê jî hate bilindkirin.

Li Tirkiyê 1ê Gulanê îsal li bajarên cûr be cûr bi girseyî hate pîrozkirin. Li Stenbolê jî navnîşana çalakiya girseyî ya 1ê Gulanê Roja Karkerên Cîhanê, Qada Maltepeyê bû. Roja Hevkarî û Kedê, 1ê Gulanê, bi pêşengiya Sendîkaya Konfederastona Karkerên Şoreşger DISK, KESK, TMMOB û Jûreya Yekîtiya Bijîşkên Tirkiyê (TTB) bi beşdariya sed hezaran karker û karmendî hate pîroz kirin.

Seroka Sendîkaya Konfederasyona Karkerên Şoreşger Arzu Çerkezoglu ji K24ê re diyar kir: “Em di serdemeke dîrokî de 1ê Gulana 2023an pêşwazî dikin. Li aliyekî bobelata erdhejê li aliyê din jî beriya hilbijartinê bi 2 hefteyan ku ji bo Tirkiyê gelek giring e em li bal hev û 1ê Gulanê pîroz dikin. Em bawer dikin di pêvajoya pêş de wê guherînek pêk bê û jinûve demokrasî, aştî û biraiya gelşan û edalet bibe serdest. Em jî bi wê kelecanê li 1ê Gulanê ne.”

Mitînga 1ê Gulanê ku bi girseyî çû serî pêşî meşek hate dirûstkirin. Piştî meşê bi rêya kortêjan sendîkayan bi dirûşeyan ji xalên kontrolê derbas bûn. Ji aliyê polîsan ve jî li ber xalên kontrolê bergiriyên berfireh hatibûne ragirtin. Mitîngê bi konsert û axaftinên serokên sendîkayan dom kir.

Karkerê Kurd Vedat Akbaş ji K24ê re diyar kir: "Ji bo azadiya gelê Kurmanca em serkeftinê dixwazin. Em j bo wê li vir in bijî 1ê Gulanê." 

Herwiha karkerê Kurd Yusuf Ziya jî got: "Îro karker kom bûne ji bo ku mafê xwe bidest bixin. Ji bo dengê xwe bidin nasîn."

Karkera Jin Denîz Beyaz Bulut jî diyar kir: "Li vî welatî jin hene û wê hebûna xwe berdewam bikim, her çiqas peymana jinan neyê naskirin û bê hiqûqî hebin jî, em dê têkoşîna xwe bidomînin."   

Berî mitînga 1ê Gulanê bi dawî bibe li hin xalên kontrolê polîsan êrîş bire ser karkeran û 39 kes hatin binçavkirin. Di qada mitîngê de digel alayên sendîka û partiyên siyasî Ala Kurdistanê jî hate bilindkirin. Di dawiya çalakiya Roja Karkerên Cîhanê de sirûdên 1ê Gulanê bi zimanê Kurdî, Erebî û Tirkî hatin xwendin.