RSF: Tirkiye di azadiya medyayê de di rêza 165 de ye

kurdistan24.net

Stenbol (K24) – Ji hêla Rêxistina Rojnamevanên Sînornenas ve li ser 180 welatan derbarê azadiya medyayê de raporteke hat amadekirin û hat ragihandin di rêzbendiya azadiya medyayê de Çîn, Koreya Bakur, Vîetnam welatên herî di paş de ne. Tirkiye jî di azadiya medyayê de di rêza 165an de cîh digire. Bi nêrîna rojnamevan û nûnerên rêxistina rojnamevanî binpêkirina hiqûq û tesîra aliyê siyasî li ser darazê bo azadiya medyayê astengiyeke mezin e.

Rêxistina Rojnamevanên Sînornenas bi helkefta roja Azadiya Medya ya Cîhanê ku ji hêla Neteweyên Yekbûyî ve wek 3 Gulan hatiye destnîşankirin li ser 180 welatan lêkolîneke berfireh amade kir û ragihand di nav welatan de rewşa herî xerab bo medyakaran û medya ne azad e welatên Çîn, Koreya Bakur û Vîetnam e. Medya ya li Norweç, Îrlanda û Danîmarka ya herî azad hat destnîşankirin.

Di rêza azadiya medyayê de li nav 180 welatan de Tirkiye di rêza 165an de hat destnîşankirin.

Bi nêrîna Erol Onderoglu Nûnerê Rêxistina Rojnamevanên Sînornenas ê şaxa Tirkiyê, binpêkirina hiqûq û fişarên siyasî bo azadiya medyayê asteng û xetereyên mezin in.

Nûnerê Rêxistina Rojnamevanên Sînornenas ê şaxa Tirkiyê Erol Onderoglu ji K24ê re got: “Eger daraz di bin tesîra desthilata siyasî de be an jî rayedar bi kêfa xwe fermana girtina rojnamevanan bide wê demê ev rewşeke metirsîdar e bo azadiya medyayê. Li gor lêkolîna me li nava her 10 welatan li 7 welatan rojnamevanî gelek dijwar e û fişarên mezin li ser medyayê heye.”

Li Tirkiyeyê ber bi hilbijartina 14ê Gulanê ya bo Parlamenterî û Serokkomarî operasyonên li ser rojnamevanên li Diyarbekir û çend bajarên din pêk hatibûn ku ev yek ji hêla Berpirsê Komîteya Parastina Rojnamevanan Ozgur Ogret ve fişareke mezin a siyasî ya li ser medyakarên Kurd tê şîrovekirin.

Berpirsê Komîteya Parastina Rojnamevanan Ozgur Ogret dibêje: “Li Tirkiyeyê rewşa medykaran bi desthilata siyasî re têkîldar e. Bi hatina her desthilata nû metirsiyekê bo medyakaran rû dide. Rojnamevanên Kurd di her serdemê de di bin metirsiya girtinê de ne. Tenê dema proseya aştiyê azadiyeke baş hebû. Dema em serdana girtîgehan dikin piraniya rojnamevanên di zindanê de ne Kurd in.”

Li gor amarên sazî û komeleyên rojnamevanî li Tirkiyeyê par herî kêm 50 rojnamevan hatin girtin. Aliyê opozîsyon û saziyên rojnamevanî di wê baweriyê de ne ku ew kesên hatine girtin ji ber karên rojnamevanî hatine girtin. Lê bi nêrîna aliyê desthilat kesên hatine girtin ji ber bangeşeya rêxistina nelegal hatine girtin.