Nêçîrvan Barzanî ji Şah Charles III re: Ez bawer im pêwendiyên me dê berdewam bin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pîrozbahî li şah Charles III kir û ragihand, “Piştrast im ku pêwendiyên me berderam bin.”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li hejmara xwe ya tora civakî “Twitter” pîrozbahî li şah Charles Sêyem kir û got: “Ez bi navê gelê Herêma Kurdistanê pîrozbahiyê li şah Charles III dikim.”

Her wiha wiha got: “Ez di wê baweriyê de me ku pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê ligel Brîtaniyayê de dê di serdema şah Charles III de bihêztir bibin.”

Merasîma ku li Londonê li dêra dîrokî ya Westminster Abbey hat lidarxistin, hejmarek mezin ji serok, serokwezîr û şahên welatan amade bûn.

Charles III di merasîmê de bi fermî wekî Şahê Brîtanyayê yê 40emîn tac wergirt û şûna diya xwe, Şah Elizabeth II ya ku 70 salî welat hukum kir û berî 7 mehan di 96 saliya xwe de koça dawiyê kir, cih girt.