Real Madrid Kûpaya Şahê Spanyayê bi dest xist

Navenda Nûçeyan (K24) – Real Madrîd piştî Osasuna bi encama (2 – 1) têk bir, Kupaya Şahê Spanyayê bidest xist.

Şeva borî li stadyuma Sêvîlyayê Real Madrîd û Osasuna di fînala Kupaya Spanyayê rûbirûyî hevdu bûn û Real Madrîd Osasuna bi encama (2 – 1) têk bir û Kupaya Spanyayê bidest xist.

Real Madrîd destpêkê golek di xuleka (2) sde bi Rodrigo tomar kir, piştre Lucas Toro di xuleka (58) de encam ji Osasuna re wekhev kir, lê dîsa Rodrigo gola duyem û ya serkeftinê di xuleka (70) de tomar kir.

Yarîzanên rahênerê Îtalî Carlo Ancelotti serdemek bêhêz a ku 9 sal dom kir bidawî anî, ku ji sala 2014an ve nasnavê vê qehremaniyê bidest neanîbûn.

Real Madrîd di qehremaniya Kûpaya Îspanyayê de nasnavê xwe yê 20emîn bidest xist, bi vê yekê jî hewl dide dûrketina xwe ji nasnavê La Ligayê ya ku ji Barcelonayê ve nêzîk bûye, qerebû bike.

Her çend e li gorî şopîneran, şansên Real Madrîd di Champions League de kêm in jî, lê derfeta wê heye ku nasnavê vê qehremaniyê biparêze, ku di nîv-fînalê de dê bi Manchester City re rûbirû bimîne.