Firokexaneya Hewlêrê, li ser daxwaza Bexdayê, parlamenterekî Tirkiyê vedigerîne welatê wî

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberiya Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê ragihand, li ser daxwaza Hikûmeta Federal a Iraqê, derbasbûna parlamenterê Tirkiyê Hesen Ozguneş bo nav axa Iraqê hate qedexekirin.

Rêveberiya Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê şeva borî di daxuyaniyekê de ragihand, “Li ser daxwaza hêzên ewlehiyê yên federal, derbasbûna kesekî bi navê Hesen Ozgonîş ku xwediyê pasaporta Tirkiyê ye, li hemû firokexaneyên Iraqê û deriyên sînorî yên Herêma Kurdistanê jî di nav de, hatiye qedexekirin.”

Di daxuyaniya Rêveberiya Firokexaneya Hewlêrê de hat gotin jî, “Ji ber vê yekê jê, piştî gihîştina wî bo firokexaneya Hewlêrê, bi rêzdarî serederî bi wî re hatiye kirin û ji bo welatê wî hate vegerandin.”

Firokexaneya Hewlêrê tekez kir jî, ev biryar ne girêdayî Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye.

Hat ragihandin ku Parlamenterê HDPê yê Şirnexê Hesen Ozguneş ji bo beşdarî mîtînga piştgiriyê ya ji bo Partiya Çep a Kesk, ku biryar e îro li Silêmaniyê bê lidarxistin, hatiye Herêma Kurdistanê.