Soylu: Hemû şaredariyên HDPê bi fermana rasterast a Serokomar ji kar hatin dûrxistin

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu ragihand, hemû şaredariyên HDPê bi fermana rasterast a Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ji kar hatine dûrxistin.

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu şeva borî li Stenbol tevlî propagandeya hilbijartinê li navçeya Gazîosmanpaşa bû û tê de bi tundî êrişî tifaqa Milet û namzedê wê Kemal Kiliçdaroglu kir û got, eger ew di hilbijartinan de bi ser bikevin, dê Ocalan û Demîrtaş berdin û şaredariyên HDPê vegerînin.

Soylu anî ziman ku şaredariyên pere ji bo PKKê kom dikirin. Lê rojekê Erdogan gazî wî kir û ferman da ku şaredariyan ji destê HDPê derxînin û wî di nava du rojan de hemû şarederî ji destê HSDê derxistin û aramî vegeriya wê herêmê.

i hilbijartinên şaredariyê yên 31ê adarê de HDPê 65 şaredarî bi dest xistibûn. Di 19ê Tebaxa 2019an de jî bi biryara Wezareta Navxweyî ya Tirkiyê qeyûm bo şaredariyên bajarên mezin ên wek Diyarbekir, Mêrdîn û Wanê hatin danîn paşê jî bo 48 şaredariyên HDPê qeyûm hatin danîn û HDPê ev yek wek tolhildana desthilatê bi nav kir.