Pirsa Kurd di bangeşeya hilbijartinên Tirkiyê de

Pêvajoya bangeşeyê ber bi dawîbûnê ve diçe û çavdêrên siyasî û mafnas dibêjin herdu tifaqên sereke di bangeşeyên xwe de newêrîn aşkere behsa çareseriya pirsa Kurd bikin.
kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) - Pêvajoya bangeşeyê ber bi dawîbûnê ve diçe û çavdêrên siyasî û mafnas dibêjin herdu tifaqên sereke di bangeşeyên xwe de newêrîn aşkere behsa çareseriya pirsa Kurd bikin, lê kîjan alî dibe bila bibe, dê bi pirsa Kurd re rûbirû bibe.

Di pêvajoya bangeşeyê de partî û namzedan bi şêwazên cuda xwestin bala dengderan bikêşin û ji bo vê yekê jî lêçûneke zêde bo bangeşe û danasînê veqetandin. Bi taybetî li Bakurê Kurdistanê stran û dirûşmeyên Kurdî hatin bikaranîn.

Çavdêrên siyasî û mafnas jî balê dikêşin, namzed  ji bo ku dengên Kurdan bistînin bangeşeyên xwe de Kurdî bi kar anîn lê bi giştî jî piştî hilbijartina Kurdî ji bîr dikin û divê were zanîn ku kî bibe desthilat ferq nake dê pirsgirêka herî mezin a li benda çareseriyê be, dê pirsa Kurd be.

Mafnas û siyasetmedar Sedat Yurttaş ji K24ê re diyar kir: “Bêşik pirsa herî mezin pirsa Kurd e. Pirsgirêkên hiqûqê hene, pirsgirêkên siyasî hene, pirsgirêkên aboriyê hene, lê kî bibe desthilat bila bibe dê rojeva wî ya sereke çareseriya pirsa Kurd be.”

Saziyên çavdêriya pêvajoya bangeşeyê dikin jî di wê baweriyê de ne ku pirsa Kurd di bangeşeyan de bi awayekî têr û tije nehatiye rojevê ji ber ku her dû tifaqên nêzîkî bidestxistina desthilatdariyê ne, rexneyan li ser neteweperestiyê li hev dikin.

Serokê Înîsiyatîfa Heq Reha Ruhavîoglu ji K24ê re diyar kir: “Ji ber ku herdu tifaqan de jî partiyên netewperest hene rê nadin ku bi awayekî rihet behsa pirsa Kurd bê kirin. Tifaqa millet behsa ziman dike lê aşkere nake, cumhur jî dibêje li rabirdûyê binihêrin ku min bo we çi kiriye.”

Di demek ku rexne li tifaqan tê kirin ku bangeşeyên xwe de cih nedane pirsa Kurd de Serokomarê Tirkiyeyê recep Tayyîp Erdogan ji hesabê xwe yê Twîtterê derbarê Kurdan de mesajek nû belav kir.

Çavdêr dibêjin çareseriya pirsgirêkên aborî û hiqûqê girêdayî çareseriya pirsa Kurd e ku kî were desthilatê bila were dê rojeva wî ya sereke çareseriya pirsa Kurd be.