Parêzgarê Duhokê: Şêxan cihê pêkvejiyana pêkhateyan e

Parêzgarê Duhokê Elî Teter di Festîvala Pêkvejiyana Şêxan de diyar kir, bi dirêjahiya dîrokê û heta niha, Şêxan cihê pêkvejiyana pêkhatiyên cuda bûye.

Duhok (K24) – Parêzgarê Duhokê Elî Teter di Festîvala Pêkvejiyana Şêxan de diyar kir, bi dirêjahiya dîrokê û heta niha, Şêxan cihê pêkvejiyana pêkhatiyên cuda bûye.

Elî Teter di festîvalê de gotarek pêşkêş kir û ragihand, bi taybetî li Şêxanê, ziman, çand û olên cuda hene û tevî hebûna hemû van pêkhateyan, bêyî kêşe bi hev re dijîn û beşdarî xweşî û nexweşiyên hev dibin.

Teter diyar kir, bi sedan sal in pêkhateyên cuda li vê deverê bi hev re dijîn û hemû xwişk û birayên hev in û divê em alîkar û piştevanê berdewam bin ji bo hev.

Parêzgarê Duhokê sazkirina Festîvala Pêkvejiyana Şêxanê wek gaveke girîng û pêwîst bi nav kir û destnîşan kir, di dirêjahiya dîrokê de hemû pêkhateyên cuda li vir bûn û bi hev re jiyane.