Hevseroka HDPê: Hemû gelê Tirkiyê li hêviya guherînê ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Hevseroka HDPê Pervîn Puldan ligel Serokê Partiya Komûnîst a Kurdistanê (KKP) Sînan Çîftyûrek îro li dibistaneke Wanê dengê xwe da.

Hevseroka HDPê Pervîn Puldan piştî dengdanê ji rojnamevanan re got, demeke dirêj e em dixebitin û îro roja ku em berhema keda bistînin hatiye.

Pervîn Puldan got: “Îro li seranserî Tirkiyê, welatiyê me dê biçin ser sindoqan û dengên xwe bidin û ez bi hêvî me hemû dengên me ji bo ewlehî, aramî, bextewerî û demkorasî û dadperweriya vî welatî re bin û xêrê ji vî welatî re bîne.”

Hevseroka HDPê tekez kir, “Neheqiyên gelekî mezin li vî welatî hatine kirin, êdî em li hêviya guherînê ne. Hemû gelê Tirkiyê jî li hêviya guherînê ye. Hêviya 82 milyon welatiyên Tirkiyê ji vê hilbijartinê heye. Me jî îro li Wanê dengê xwe ji bo aştî û demokrasiyê da.”

Pervîn Puldan her wiha bang li hemû welatiyên Tirkiyê kir ku biçin ser sindoqan û dengên xwe bidin û got: “Bila çavê me hemûyan li sindoqan be, da ku guherînê bîne.”

Ji ber egera girtina wê, HDPê i ser navê Partiya Çep a Kesk beşdarî hilbijartinan dibe. Hevseroka HDPê Pervîn Buldan jî bi awayekî vekirî di bangeşeya hilbijartinan de diyar kir,  ew ê dengekî bidin YSPê û dengekî jî bidin Kemal Kiliçdaroglu.