Demirtaş bang li welatiyan kir: Min dengê xwe da, gelo we jî da?

Navenda Nûçeyan (K24) – Hevserokê berê yê HDPê Selahattin Demîrtaş, diyar kir ku wî di hilbijartinan de dengê xwe daye û bang li welatiyan kir ku ew jî biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin.

Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê berê Selahattîn Demîrtaş ku ji sala 2016’an û vir ve di girtîgeha Edîrneyê de girtî ye, li ser hejmara xwe yê tora civakî “Twitter” derbarê hilbijartina Serokomariyê û hilbijartina xula 28’an a Parlamenteriyê de peyameke kurt belav kir.

Demirtaş wêneya ku di hilbijartinên berê de dengê xwe dida, parve kir û wiha nivîsî: “Min dengê xwe da, gelo we jî da?” bang li dengdêran kir.

Demîrtaş di parvekirinên xwe yên berê de bang kiribû ku ji bo Serokomariyê, bo namzedê Tifaqa Milet Kemal Kiliçdaroglu, ji bo parlamenteriyê jî, bo Partiya Çep a Kesk (YSP) dengê xwe bidin.