Seroka Komîsyona Ewropayê bo K24: Em çavdêriya hilbijartinên Tirkiyê dikin

Herdu Serokên Komîsyon û Encûmena Yekîtiya Ewropayê derbarê hilbijartinên Serokomarî û Parlamentoya Tirkiyê de bersiva pirsa Kurdistan24ê dan.

Hewlêr (K24) – Herdu Serokên Komîsyon û Encûmena Yekîtiya Ewropayê derbarê hilbijartinên Serokomarî û Parlamentoya Tirkiyê de bersiva pirsa Kurdistan24ê dan.

Îro Duşemê 15ê Gulana 2023an, li Brukselê, di konferanseke rojnamevanî de Seroka Komîsyona Ewropayê Ursula von der Leyen li ser pirsa Peyamnêrê Kurdistan24ê ragihand: “Rêjeya bilind a beşdariya dengderan di hilbijartinên Tirkiyê de cihê kêfxweşiyê ye, çimkî xelkê Tirkiyê di mafê xwe yê demokrasiyê de beşdar bûn, herwiha nirx û biha dan saziyên demokrat ên li Tirkiyê.”

Ursula von der Leyen destnîşan kir, ew çavdêriya hilbijartinên Tirkiyê dikin, ku heta niha encamên wê yên fermî nehatine ragihandin, herwiha di wê baweriyê de ye ku gera duyem a hişlbijartinan li Tirkiyê dê were encamdan.

Serokê Encûmena Yekîtiya Ewropayê Charles Michel jî ji Kurdistan24ê re ragihand, ew wek Yekîtiya Ewropayê ji nêzîk ve çavdêriya proseya hilbijartinên Tirkiyê dikin û li benda encamên dawî yên hilbijartinan in.