HSDê serçeteyekî DAIŞê li Hesekê girt

Navenda Nûçeyan (K24) – Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya li Dijî DAIŞê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) serçeteyekî DAIŞê li Hesekê desteser kirin.

Navenda Ragihandinê ya HSD di daxuyaniyekê de belav kir, hêzên wan bi piştgiriya bejahî û asmanî ya hêzên Hevpeymaniya Navdewletî, operasyonek li bajarokê Dişîşa yê li başûrê Hesekê li dijî şaneyên veşartî yên DAIŞê kirin.

Got jî, hêzên wan di operasyona hevbeş de, serçeteyek û endamekî DAIŞê girtin û dest danîn ser hejmarek çek, cebilxane û hin belgeyên girêdayî wê rêxistina terorê.

Da zanîn ku ew serkirdeyê DAIŞê berpirsê êrişên terorîst ên li dijî hêzên leşkerî, ewlehî û sivîlan e û li ser ewlehiya herêmê metirsî ye.