Inter Milan xwe ji AC Milan derbas dike û digihe fînala Champions League

Navenda Nûçeyan (K24) – Înter Milan piştî serkeftina biser AC Milan de, gihîşt fînala fînala Champions League.

Şeva borî di gera vegerê ya qonaxa nîv-fînala Champions League de, Înter Milan pêşwazî li AC Milan kir û bi encama (1 – 0) biser ket.

Gola Inter Milanê bi riya lîstikvanê Argentînî Lautaro Martinez di xuleka (75) de hat tomarkirin.

Inter Milan di gera çûnê ya heman qonaxê jî, bi encama (2 – 0) ji AC Milan biribû.

Ji sala 2010ê ev cara yekem e Inter digihe fînala Champions League ku di wê salê de nasnavê vê qehremaniyê jî bidest xistibû.

Interdi fînala ku dê di 10ê Hezîrana bê de li Stenbolê pêk were, dê li benda serkeftiya rûbirûbûna Manchester City û Real Madrîd be ku dê îro Çarşemê were lîstin.