Dema koça masiyên gola Wanê ber bi ava şîrîn ve

kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) – Take cure masiyê gola Wanê, di vê demê de, ji bo hêkên xwe bikin, ji nav gola Wanê ber bi rûbar û ava şîrîn ku daxilî wê dibin ve dikêşin. Dîroknas tînin ku ji aliyê nişteciyên Wanê ve, vê serdema ku masiyên behra Wanê li hember herikandina ava şîrîn dest bi koçê dikin, wek ‘Koça Pîroz’ hatiye pênasekirin.

Rengên sirûştê wek li gelek ciyên Kurdistanê û Wanê têkilî hev dibin. Li Benda Masiyan ya Wanê jî çûk û av û xweza hevdû temam dikin û ev der dibe xaleke seyrangehî. Take cûre masiyê mezintirîn gola Kurditanê ku Behra Wanê jî tê gotin, di vê serdemê de û bi taybet jî di meha Gulanê de, ji bo hêkên xwe (bizirên xwe) bikin, ji ava bi soda ya gola Wanê, berbi avên şîrîn ên rûbar û newalan ve dikişên. Ew koça zehmet jî dîmenên balkêş peyda dike û hem bala welatiyan, hem jî hunermendan û medyayê dikşîne.

Li Wanê ji 15’ê Nîsanê heta 15’ê Hezîranê, girtin ango nêçira masiyan qedexe ye û ev serdam, dema temaşekirina koça balkêş a masiya ne.

Masîgir Seît Atêş: “Yasax destpê dike, em jî torên xwe berhev dikin û dest bi temîr û nûjenkirina qayik û kelekên xwe dikin. Ji aliyê din de, em zevî û baxçeyên datînin. Yanî 3 meh girtina masiyan yasax e. Piştî ku 3 mehên me temam dibe jî em careke din dest bi girtina masiyan digirin. Masiyê Wanê di Çileyan de herî baş û bi tam e. Lê ku hewa sar nebe û av germbe, masî xweş nabe.”

Li Wanê salane teqrîben 50 hezar welatî, debar û dahata xwe bi masigiriyê dikin. Lê vê serdema ku masîgirî qedexe de jî, li nav xwezaya xweş temaşeyî firdayîna masiyan dikin.

Welatî Ustafa Alkoç: “Gola Wanê bi soda ye û dermanekî nexweşînên coronayê ye. Di vê avê de jî tenê curekeyekî masî heye û li nav hemû masiyên cihanê de, di rêza duyemîn de xwedî kaloriyê ye. Di vê serdemê de, ji bo havyarên xwe deyne ango hêkên xwe bike, li hember herikandinê koç dikin û em jî tên temaşe dikin. Em gelek bişans in ku xwedî van xweşiyan e.”

Welatî Ramazan Yalakoç: “Ez bi xuşka xwe re hatime, xuşka min li Mêrsînê dimîne û me xwest îro li ber benda masiyan, li nav vê xweza xweş taştê bixun. Sala borî jî min malabata xwe anî bû. Ez li vir peywirdar im û ku kî tê serdana min, dixwazim wan bibim ciyênx weş yên vê derê. Li vê derê jî têkoşîneke balkêş û xweş a masiyan heye. Loma di vê serdemê de em tên vê derê.”

Her sal ji bo ku hişmendiya parastina masiyên gola Wanê û sirûştê bipêş bikeve, li benda masiyan a Wanê festival jî tê lidarxistin.