Putin bo Komkara Erebî: Em rijd in li ser piştevanîkirina welatên Rojhilata Navîn

Serokê Rûsyayê Vladimir Putin tekezî li ser girîngîdana welatê xwe kiriye ji bo pêşvebirina pêwendiyên dostane yên ligel welatên Erebî, da ku bi awayekî bi bandor rûbirûyî gef û astengiyan bibin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Rûsyayê Vladimir Putin tekezî li ser girîngîdana welatê xwe kiriye ji bo pêşvebirina pêwendiyên dostane yên ligel welatên Erebî, da ku bi awayekî bi bandor rûbirûyî gef û astengiyan bibin.

Malpera Russia Today ragihandiye, Serokê Rûsyayê Vladimir Putin nameyek ji bo beşdarên Lûtkeya Erebî ya li bajarê Ciddeyê şandiye û diyar kiriye ku Rûsya girîngiyeke mezin dide pêşvebirina pêwendiyên dostane û hevkariyên hevbeş ên avaker ligel welatên Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqayê.

Putin destnîşan kiriye ku ew rijd in li ser berdewambûna piştevanîkirina hewldanan ji bo çareserkirina kêşeyan bi rêya aştiyê, ji wan kêşeyan; qeyranên Sûdan, Yemen, Lîbya û Sûriyê, ligel rêzgirtina bêyî binpêkirina serweriya welat û birgeyên niha yên yasayên navdewletî.

Herwiha tekez kiriye ku Rûsya pêşkêşkirina hemû hevkariyan ji bo yekalîkirina milmilaniya Filistîn û Îsraîlê li ser bingeha biryarnameyên Neteweyên Yekgirtî, didomîne.