Omêd Xoşnaw: Hewlêr dibe destexwişka Nashville

Navenda Nûçeyan (K24) – Parêzgarê Hewlêrê ragihand, şandeke Borda (Sister City) a bajarê Nashville yê Amerîka gihîşte Hewlêrê, bi mebesta temamkirina rêkarên destexwişbûnê di navbera Hewlêr û Nashville de.

Îro 20ê Gulana 2023an, şandeke bajarê Nashville ku ji Serokê Şaredariya Nashville John Cooper û hejmarek endamên Encûmena Parêzgehê û Serokê Borda (Sister City) pêkhatibû, serdana Hewlêrê kir.

Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw derbarê serdana vê şandê ji K24ê re ragihand, ji bo pêkanîna peywendiyên hemahengiyê bi mebesta gihîştina bi destexwişkbûnê, gotûbêj di navbera Hewlêr û Neşville de dest pê kirine.

Omêd Xoşnaw got jî: “Ev prose pir baş dimeşe. Par me ev mijar bi Şaredarê Nashville re guftûgo kir û armanca me ew e ku di demek nêz de bigihêjin peymana dawî.”

Parêzgarê Hewlêrê da zanîn, şanda bajarê Nashville ji 20 kesan pêk tê dê hefteyekê li Hewlêrê bimînin û çend hevdîtinên girîng pêk bînin.

Omêd Xoşnaw her wiha got: Danîna pirsa destexwişbûnê, yek ji stûnên sereke yên pêşxistina pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Amerîkayê de ye.”

Ji aliyê xwe ve, Serokê Şaredariya Nashville John Cooper ji K24ê re ragihand, Nashville mala piraniya gelê Kurd e. Ev şand ji bo rêzgirtina li Kurdan hatiye, ji ber ku Kurdên li Nashville cûdahiyek mezin di jiyana Amerîkîyan de di warê çandî û enerjî de çêkiriye.”

Roja 21ê Gulana 2022ê şandeke Parêzgarê Hewlêrê serdana Nashville kiribû û derbarê pirsa destexwişkê di navbera Hewlêr û Nashville de gotûbêj kiribûn.

Nashville, li wîlayeta Tennessee ya Amerîka ye ku bi Kurdistana Biçûk tê naskirin û hejmareke mezin ji Kurdên diyasporayê li wî bajarî dijîn. berpirsên Hewlêrê jî ji bo pêşxistina bajarê xwe, dixwazin sûdê ji  ezmûna Nashville werbigirin.